YPJ: Banga xurtkirina têkoşînê

Li Hesekê û Qamişloyê jin ji bo piştgiriya YPJê û destkeftiyên şoreşa jinan meşiyan û banga têkoşînê kirin.

1 deqe xwendin
YPJ: Banga xurtkirina têkoşînê

Li bajarên Hesekê û Qamişloyê Kongra Star ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û destkeftiyên şoreşa jinan li Rojava, 2 meşên girseyî hatin lidarxistin. Li Qamişloyê bi hezaran jinên li li Qada Osman Sebrî hatin cem hev, bi berzkirina diruşmeyên, ‘Jin Şoreşa Rojava diparêzin’ û ‘Jin jiyan azadî’ dest bi meşê kirin. Jin bi endamên YPJê re mil bi mil ji bo parastina hêzên YPJê û destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê beşiyan. Her wiha di meşê de gelek pankart û dowîzên balê dikişînin ser destkeftiyên şoreşa jinan û banga xwedîderketina destkeftiyan dikin, hatin vekirin.

Banga xurtkirina têkoşînê

Li Hesekê ji bi sedan jin bi heman armancê li navenda bajar kom bûn. Jinan bi sedan alên YPJê rakirin û pankarta, ‘Jin Şoreşa Rojava diparêzin’ vekir. Meşa li Çerxerêya Marşo dest pê kir, li kolanên Hesekê demek dirêj berdewam kir. Di meşê de sloganên, ‘YPJ hêza parastinê ye’ û ‘Jin jiyan azadî’ hatin berzkirin. Her wiha dowîzên dixwazin mafên jinan bi zagonan bê misogerkirin hatin hildan. Di axaftinên hatîn kirin de banga parastina destkeftiyên jinan, xurtkirina hebûna wan di saziyên cuda yên civakê de hate kirin.