YPJ: Wê ruhê berxwedana Kobanê serkeftina me teqez bibe

YPJê bi wesîleya salvegera 11emîn a serketina Kobanê daxuyaniyek da û got: " Serkeftina mezin a Kobanê bi sekna gelê me yê leheng hat bidestxistin. Em bang li gelê xwe dikin ku bi ruhê yekitiya neteweyî ji bo parastina hebûn û îradeya xwe li dora destketiyên şoreşê bibe yek."

1 deqe xwendin
YPJ: Wê ruhê berxwedana Kobanê serkeftina me teqez bibe

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi wesîleya salvegera 11emîn  a serkeftina Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞê, daxuyaniyek weşand. 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku "Berxwedana ku di kolanên Kobanê de hate meşandin çarenûsa gelekî guhert. Têkoşîna Kobanê di jiyaneke azad û bi rûmet de israrkirin e. Kobanê bi berxwedana xwe ya dîrokî, ji tevahî mirovahiyê re bû îfadeya hêviya rojên azad."

Di daxuyaniyê de wiha hat domandin: "Kobanê bi mehan di nava dorpeçeke giran de ma û çeteyên DAIŞê bi awayekî herî hovane êrişî Kobanê kirin. Li hemberî hemû hovitiyên çeteyên DAIŞê jî, li serê her kolaneke Kobanê di pêşengtiya şervanêm YPJê û bi piştevaniya gelê me destanên qehremaniyê hatin nivîsandin. Îro jî cardin heman feraseta cîhadîst a ku di tu qadên jiyanê de hebûna jin nasnake, bi komên xwe yên çete êrişî tevahî Rojava û bi taybet jî Kobanê dike. Ev êrişên ku tên kirin, jiyan û ewlehiya gelê me dike xetereyeke mezin. Armanca êrişên sala 2015an çi bûn, yên îro jî heman armancê dihewîne. Cardin bi van êrişan dixwazin gelê me bi qirkirinekê re rû bi rû bihêlin.

Gelê me ji bo bidestxistina azadiyê gelek berdelên giranbûha da. Serkeftina mezin a Kobanê ya di 26ê Çileya 2015an jî bi sekna gelê me yê leheng hate bidestxistin. Ji ber wê jî li hemberî van êrişên ku destkeftî û îradeya  gelên me dike armanc, encax bi rûhe şerê gel ê şoreşgerî dikare serkeftin were bidestin. Li ser vê esasê em bang li tevahî gelê xwe dikin ku li derdora destkeftiyên şoreşê kom bibin da ku em bi ruhê yekitiya neteweyî xwedî li hebûn û îradeya xwe derkevin. 

Em wek Yekîneyên Parastina Jin di şexsê şehîdên xwe yên nemir Arîn, Rêvan, Gelhat, Herdem, Ivana Hoffman, Sarya Ozgur û tevahiya şehîdên xwe yên şoreşa Rojava bi bîr tînin, em soza xwe ye pêkanîna xeyalên şehîdan nû dikin. Wê ruhê berxwedana Kobanê serkeftina me teqez bibe.”