YRK-HPJ: Em ji bo Rojava amade ne
Fermandariyên YRKê û HPJê bang li gelê kurd û hemû azadîxwazan kirin ku tevli seferberiya parastina rojavayê Kurdistanê bibin.

Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YKR) û Hêzên Parastina Jinan ya Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) der barê êrişên li ser rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da çapemeniyê. YRKê û HPJê ewil bang li her kesê kirin ku tevli seferberiya ji bo parastina rojavayê Kurdistanê bibin û daxuyandin ku ew amede ne tev li berxwedana rojavayê Kurdistanê bibin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îro ji aliyê çeteyên ser bi dewleta Sûriye, Tirkiye û bi piştgiriya hêzên Herêmî û Navneteweyî ve êrişek berfireh li ser gelê meyê rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye. Armanca van êrişan dawî anîna destkeftiyên gelê kurd ên ku bi xwîna şehîdan û berxwedana her çar parçeyên Kurdistanê hatiye bidestxistin. Rojava nirxê neteweyî, azadî û demokrasiya gelê kurd, hemû jin û azadîxwazên Rojhilata Navîn e. Ji bo wê xwedî derketina li gel û rojavayê Kurdistanê erkeke exlaqî ye.
Tevî niha li rojhilatê Kurdistan û Îranê dewleta Îran komkujiyan bi ser gelê me dide meşandin û gelê kurd û Îranê ji bo azadiyê têkoşînek bêhempa li dar dixe, carek din rojavayê Kurdistan nûnertiya hemû gelê kurd dike. Divê bi helwestek neteweyî xwedî lê derbikevîn. Lewma divê her kes tevli nava şer û berxwedana Rojava bibe. Çawa di dema êrişa çeteyên DAIŞ ya li ser Kobanê û Şengalê de, ciwanên rojhilatê Kurdistanê tev li berxwedana dîrokî bûn û bi sedan ciwan şehîd bûn. Îro jî divê heman helwest were raberkirin. Em wek Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistan (YRK) û Hêzên Parastina Jinan ya Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) amade ne ku tevli şer û berxwedana rojavayê Kurdistanê bibîn. Divê hemû gel, bi taybet ciwan û jin bi ruhê şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ û dirûşmeya ‘Parastina Rojava parastina Kurdistanê ye’ tevli şer û berxwedana netewî ya rojavayê Kurdistanê bibin.”


