Zanîngehên Çemçemal û Silêmaniyê piştgirî dan Rojava
Xwendevan û mamosteyên Zanîngeha Çemçemalê û yên Silêmaniyê bi girseyî piştgirî dan Berxwedana Rojava.

Xwendevan û mamosteyên Zanîngeha Çemçemalê ji bo piştgiriya Rojava çalakiyek kirin. Mamosteyê Zanîngehê Dr. Hejar Berzencî axivî û got: “Ya niha li Rojavayê Kurdistanê tê kirin qirkirin û komkujiya bi sere Kurdan anîne. Em vê yekê qebûl nakin, divê yekgirtî bîn.
Mamoste Hîwa Refîq jî axivî û got: “Eger êşa welat me li hev necivîne, wê çi me li hev bicivîne. Di vê kêliya em daxivin, hewl tê dayîn kobanê bê fetisandin. Qirkirinek mezin li vî bajarî tê kirin. Divê em piştgiriya Rojava bikin.
Li ser navê Zanîngeha Çermo Perwer Şoreş daxuyaniyek da û got: “Kurdistan yeke. Em xwendevan û mamoste divê xwedî helwest bin. Li ber çavê cîhanê zilm li Kurdan tê kirin, em qebûl nakin. Banga me ji bo cîhanê bêdeng nemînin.”
Silêmanî
Li seranserê Başûrê Kurdistanê piştgiriya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê her ku diçe berfirehtir dibe. Divê çarçoveyê de li kampa nû ya zanîngeha Silêmaniyê xwendevan û mamostayan ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê çalakiyek lidarxistin. Di çalakiyê de serokê zanîngeha Silêmaniyê Dr. Kosar Mihemed axivî û got; “Em dijî êrişên çekdarên Colanî yên ser Kurdên li Rojavayê Kurdistanê nerazîbûna xwe didin nîşandan. Em banga rawestandina êrişan dikin.”


