Zekî Bayhan piştî dermankirinê vegeriya Gîrtîgeha Îmraliyê

Zekî Bayhan ê nêzî 28 sal in tê ragirtin û demeke li Girtîgeha Îmraliyê dihat ragirtin, piştî dermankirinê vegeriya Girtîgeha Îmraliyê.

1 deqe xwendin
Zekî Bayhan piştî dermankirinê vegeriya Gîrtîgeha Îmraliyê

Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê yê ji Çapemenî û Propagandayê Berpirsyar Tayîp Temel, têkildarî rewşa girtî Zekî Bayhan agahiyên nû parve kir. Bayhan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihat ragirtin, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ji bo dermankirinê biribûn Îzmîrê.

‘Hat dermankirin rewşa wî baş e’

Tayîp Temel da zanîn ku pêvajoya dermankirina Zekî Bayhan a li nexweşxaneyeke li Îzmîrê didomiya, bi dawî bûye. Temel destnîşan kir ku dermankirina Zekî Bayhan baş derbas bûye û rewşa wî baş e. Temel got ku piştî dermankirinê Zekî Bayhan dîsa vegeriyaye Girtîgeha Îmraliyê.