Zembîlfiroş, Parîteya Hêza Standinê (PPP) û Piyeseya Zêr

Di dîroka aboriyê de, nivîskar-wêjekarên bi nav û deng ên wek Mark Twain di jiyana xwe ya rojane de ji behskirina rewşa aboriyê û borsayê kêm nemane.

1 deqe xwendin
Zembîlfiroş, Parîteya Hêza Standinê (PPP) û Piyeseya Zêr

Di dîroka aboriyê de, nivîskar-wêjekarên bi nav û deng ên wek Mark Twain di jiyana xwe ya rojane de ji behskirina rewşa aboriyê û borsayê kêm nemane. Mînak, Twain dibêje, di meha cotmehê de di piyaseya senedên parê de kirariyan nekin. Ji ber ku wêjekar, nivîskar, helbestvan, feylesof di nav civakê de ne, jiyana wan jî parçeyekî ji jiyana civakê dide nîşandan. Di nivîsên wan de kodên civakî ku girêdayî debar û aboriya wan in, gelekî zede ne. Di dîroka aboriya kurdan de Zembîlfiroş çîrokeke welatiyekî kurd e ku mirov dikare di nav vê çîrokê de gelek kodên civakî yên der barê aboriyê de jî jê bigire. Bi ya min rewşa Zembîlfiroş û xatûna mîr di heman demê de wek berhemên bi nav û deng ên klasîk Madam Bovary a Gustave Flaubert, Portreya Dorian Gray a Oscar Wild, Anna Karanîna ya Lev Tolstoy ku di dema hatine nivîsandin de, hem ji ber rewşa wê demê nîşan didin hem jî di rengê wêrekiya jinê de meydanê ji exlaqê rûniştî yê civakê re dixwazin, xwediyê girîngiyeke zêde ne. Di warê dîroka çand û