Zextên li ser girtiyên jin ên di girtîgehên Îranê de tundttir bûne

Zextên rejîma Îranê yên li ser girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Evînê her ku diçe girantir dibin. Fermaneke nû ji bo girtiyên siyasî yên jin hatiye derxistin ku pê beşdarbûna wan a li çalakiyan hatiye qedexekirin.

1 deqe xwendin
Zextên li ser girtiyên jin ên di girtîgehên Îranê de tundttir bûne

Malpera Dengê Destgîrkiriyên Kurd û Îranî têkildarî rewşa li girtîgehên Îranê û zextên li ser girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Evînê raporek belav kir.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, di raporê de hatiye diyarkirin ku zextên rejîma Îranê yên li ser girtiyên siyasî yên jin di Girtîgeha Evînê de, zêde bûne. Hat ragihandin ku berpirsê girtîgehê fermaneke nû derxistiye ku girtiyên jin ji her cure beşdarbûna di kampanyaya ‘Sêşemên Na ji Darvekirinê re’ qedexe kiriye û “hişyarî li ser encamên beşdarbûna wan” daye.

Malperê da zanîn ku di fermanê de hatiye diyarkirin ku di egera beşdarbûnê de di her çalakiyeke nerazîbûnê de wek grev, berzkirina dirûşman û kombûnan, dê girtiyan veguhêzin hucreyên yekkesî û di heman demê de dê ji mafê peywendiya telefonê ya bi malbatên re bê par bimînin.

Di rapora malperê de hat diyarkirin ku hucreyên yekkesî wek amûreke zextê li ser girtiyan tên bikaranîn û wek bersiva çalakiyên nerazîbûnê tên bikaranîn ku ev jî nîşaneya hewldana ji bo avakirina tirs û kontrolkirina di hundirê girtîgehê de ye.

Li gel şerê di navbera Îran û DYA-Îsraîlê de, her ku diçe zext û polîtîkayên çewisandin û bêdengkirinê yên rejîma Îranê li kolanan û girtîgehan dijwartir dibin. Hişyarî tên dayîn ku ev yek li ser jiyana girtiyan ku gelek ji wan bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin, metirsiyê çêdike.