Ziman nasname û sembol e
Bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ku roja derçûna hejmara yekemîn a kovara Hawarê ye, li ser rewşa zimanê kurdî, girîngiya Hawarê ji bo kurdan û rol û mîsyona wê ya netewesaziyê, me bi mamoste...

Bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ku roja derçûna hejmara yekemîn a kovara Hawarê ye, li ser rewşa zimanê kurdî, girîngiya Hawarê ji bo kurdan û rol û mîsyona wê ya netewesaziyê, me bi mamoste Ronayî Onen re ev hevpeyvîn kir.
Te li ser derketina kovara Hawarê û erka Hawarê ya di netewesaziya kurdan de tezek serkeftî nivîsand. Tu kovara Hawarê û bêjara (dîskurs) ku di Hawarê de serdest e çawa dinirxînî?
Di serî de cejna zimanê kurdî pîroz dikim û hêvî ye ku em qeyd û bendên li ber azadiya zimanê xwe bi destê xwe hilweşînin. Wekî hûn jî dizanin kovara Hawarê di 15’ê Gulana 1932’yan de, bi pêşengiya Celadet Bedirxan ve derçû. Celadet û hevrêyên xwe da zanîn ku ew ê zimanê kurdî bi pêş ve bixin lewre li gorî wan “ziman şertê bingehîn ê hebûna miletekî bû”. Dema mirov li kovarê hûr dibe mirov dibîne ku Hawar hewleke xurt a netewesaziyê ye. Anthony Smith amaje pê dike ku di hemî tevgerên neteweyî de rewşenbîr xwediyê roleke girîng in. Li gorî wî, rewşenbîr û pispor, bo avakirina hemhestiyê û sazkirina nasnameya neteweyî, tenê kevneşopî û ziman navejînin, lê di heman demê de ew dîrok û kevneşopiyan ji nû ve kifş dikin û wateyeke siyasî ya nû li van kifşan bar dikin. Rewşenbîrên kurd jî ji destpêka sedsala 20’emîn ve hewl dane ku kurdan li dor nasnameyeke hevpar bicivînin da ku kurd bi rêya vê nasnameyê li ser çarenûsa xwe xwedî got bin. Wekî tê zanîn sedsala 19’emîn sedsala berbelavbûna hizra netewetiyê ye. Di destpêka sedsala 20’emîn de vê hizrê di nav rewşenbîrên kurd de jî cih girtibû. Weşanên heyamê yên wekî Roj-î Kurd, Hetaw-î Kurd û Jîn nîşan didin ka rewşenbîrên demê çendî hewl dane ku gelê kurd li dora nasnameyeke hevpar a neteweyî bicivînin bi qewlê wan “wan ji xewa xefletê şiyar bikin”. Ji ber sedemên ku tên zanîn rewşenbîrên demê di geşepêdana hişmendiya neteweyî ya di nav kurdan de bi ser neketin. Hêviya ku ji serhildanan kirin jî pêk nehat. Têkçûna Serhildana Agiriyê ya di sala 1930’î de kir ku rewşenbîrên kurd stratejiya xwe ya têkoşînê veguherînin.
Lewma wan dest bi avakirina dîskûreke neteweperwer kir da ku li dora nasnameyeke neteweyî berxwedanekê pêk bînin. Celadet û hevrêyên xwe xwest ku bi qewîkirina hestiyarên kurdbûnê ya bi rêya zimanî û perwerdeya bi zimanê kurdî hişmendiyeke kurdewar di nav gel de ava bikin. Wan wisa bawer dikir ku li gel hin sedemên stratejîk û kêmderfetiyan, kêmasiya hişmendiya neteweyî ya di nav gel de yek ji sedemên têkçûna serhildanê bû. Wan bi vê motîvasyonê dest bi weşana Hawarê kir.
Neteweperwerî hesta ayîdiyeta civatekê ye ku endamên wê bi hin sembol, bawerî û awayên jiyanê ve tên nasîn an jî xwe didin nasîn. Nasnameya neteweyî ji aliyê pêşengên neteweperwer ve li ser hin hîman tê pênasekirin wekî ziman, dîrok, ax û ol. Ev hîm wekî xercên netewesaziyê girîng in. Di pênaseya nasnameya neteweyî de yek an jî çend ji van sembolan karîger dibin / tên karîgerkirin. Ji nav sembolên


