‘Zimanê aştiyê dikare rê li ber yekîtiya neteweyî vebike’
Hevseroka KNKê Zeynep Mûrad diyar kir ku ji bo yekîtiya neteweyî ya kurdî pêdiviya herî mezin bi zimanekî çêker û aştiyane heye. Zeynep Mûrad destnîşan kir ku jinên kurd bi pêşengiya xwe vê pêvajoyê xurt dikin û bang li hemû aliyan kir ku ji bo pêkanîna kongreya neteweyî gavên lezgîn biavêjin

Platforma Yekîtiya Jinên Bakur, di 2yê adara 2026an de, li Amedê komcivînek pêk anî û encamnameya xwe bi raya giştî re parve kir. Beriya wê jî Platforma Yekîtiya Jinên Başûr bi heman armancê civiyabû û bal kişandibû ser girîngiya lezgîn a kongreya neteweyî û aştiya navxweyî. Li ser van pêşketinan û komcivîna Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya 14-15ê adarê ya li Brukselê, me bi Hevseroka KNKê Zeynep Mûrad re hevdîtinek kir.
Wek KNKê ji bo yekîtiya neteweyî ya kurdan, di 14 û 15ê adarê de, komcivîna xwe pêk anî. We di komcivînê de herî zêde çi nîqaş kir û encameke çawa derket holê û biryarên ku we wergirtine çi ne?
Ji ber geşedan û rûdanên li herêmê me wekî KNKê, di 14 û 15ê adara 2026an de, li avahiya navendî ya KNKê ya li Brukselê komcivîna xwe li dar xist.
Beşa yekemîn endamên konseya rêvebir li gel hin kesayet û nûnerên partî û saziyan kom bûn. Di vê beşê de li ser rewşa siyasî rawestiyan û rewşa Kurdistanê, şerê li herêmê û pê ve girêdayî pêşveçûnên cîhanî, bi berfirehî hatin nirxandin. Piştî nirxandinên siyasî yên li gorî rojevê, di çarçoveya xurtkirina yekîtiya neteweyî de li ser pêwîstî û amadekariyên konferanseke neteweyî rawestiyan. Her wiha li ser amadekariyên Civata Giştî ya KNKê ku wê di 6 û 7ê hezîrana 2026an de were lidarxistin, di ber çavan re hate derbaskirin û li gorî pêwîstiyên demê dê rola KNKê çi be û KNK di vê serdemê de xwe çawa baştir birêxistin bike, bû mijara nîqaşan.
Konferans di hezîrana 2026an de were lidarxistin
Hem di warê konferansa neteweyî de hem jî di warê rol û mîsyona KNKê de pêşniyarên beşdaran hatin wergirtin û di beşa duyemîn de jî biryarên girîng ku hatin wergirtin û ji bo pratîzekirina wan plansaziyeke berfireh hate çêkirin. Li seranserê Kurdistanê û li derveyî welat, wê bi ronakbîr, nivîskar, akademîsyen û giregirên civakan re, civîn bên lidarxistin. Wê derbarê xebatan de fikir û ramanên wan bên wergirtin û alîkarî ji wan bê xwestin. Di heman demê de, wê bi hemû partî û rêxistinên kurdistanî re jî hevdîtin bên kirin. Di wan hevdîtin û civînan de li ser rol û mîsyona KNKê jî rawestin û ji bo guherîn û xwenûvekirinê jî wê pêşniyarên wan bên wergirtin. Her wekî ku min li jor jî aniye ziman wê konferansa KNKê di 6 û 7ê hezîrana 2026an de were lidarxistin.
Hêzên hegemonîk bi her awayî li ser kurdan şerekî dijwar dimeşînin. Li dijî şer jî hêzeke hevgirtî ya kurdî derketiye holê. Ev hêza civakî êdî pêkanîna kongreya neteweyî li ser hêzên siyasî yên kurdî ferz dike. Ji bo ku kongreya neteweyî bi awayekî lezgîn pêk were hûn ê çi bikin û biryarên ku we wergirtine dê bersiveke çawa bidin civakê?
Kurdistan û Rojhilata Navîn di demeke pir hesas û hestiyar re derbas dibin. Şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de, bi hemû germahiya xwe ve berdewam dike û ev şer bandoreke neyînî ya maddî û manewî li civakan dike. Li Rojhilatê Kurdistanê rewşeke nû derketiye holê û ev herî zêde bûye navenda baldariyê. Di destpêka salê de li ser rojavayê Kurdistanê êrişên dijwar pêk hatin. Her çend niha bi rêveberiya Şamê re peymanek hatibe danîn jî, lê rewşa li seranserê Sûriyeyê hîn ne diyar e ku wê sibê çi bibe.
Hikûmet hîn jî nehatiye avakirin
Li bakurê Kurdistanê, ji bo çareserkirina doza kurdî, pêvajoyek nû ya diyalogê dest pê kiriye û ber bi qonaxeke nû ve diçe. Ev pêvajo dikare derfetên nû biafirîne, lê di heman demê de hewcedariya pêşveçûn û baweriyê jî heye.
Li başûrê Kurdistanê, tevî ku nêzîkî sal û nîvekê ye hilbijartin çêbûne, hîn jî hikûmet nehatiye avakirin. Parlamento ne li ser kar e û pirsgirêkên girîng, bi taybetî yên bi Bexdayê re, hîn nehatine çareserkirin. Ji bilî vê, ji ber şerê herêmî, Başûr gelek caran dibe armanc û ev jî rewşê aloztir dike. Li Rojhilata Navîn statuya kevin a Sykes–Picot û Lozanê qels bûye û êdî têk diçe û li şûna wê jî hîn tiştek nehatiye danîn. Ev jî nîşan dide ku herêm ber bi guhertinên mezin û dîrokî ve diçe û plan û rêxistineke nû peyda dibe.
Em baş dizanin ku ev rewş gelek metirsîdar e û di heman demê de derfetan jî bi xwe re tîne. Di vê sedsala dawî de doza kurdî wek dozeke navxweyî ya welatan dihat dîtin (Tirkiye, Sûriye, Iraq, Îran), lê di roja îro de, êdî doza kurd û Kurdistanê sînorên van welatan derbas kiriye û bûye dozeke cîhanî. Em baş dizanin heta ku doza kurdî neyê çareserkirin li herêmê ne îstîqrar çêdibe ne jî aştî pêk tê. Ji bo vê yekê, em bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû hêzên peywendîdar dikin ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ne, konferanseke ji bo çareseriya doza kurd û Kurdistanê çêbikin û di konferansê de biryara statuya kurdan û nûnertiya kurdan a di nav Neteweyên Yekbûyî de werbigirin û bixin pratîkê.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di manîfestoya xwe ya Aştî û Civaka Demokratîk de wek vîna siyasî ya ‘Yekîtiya Neteweya Demokratîk a Kurdistanê’ pênase kiriye. Di komcivîna xwe de we li ser vê mijarê çi nîqaş kir û gelo biryareke çawa hate wergirtin?
Bêguman di komcivînê de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi awayekî berfireh hat nîqaşkirin. Ev pêvajoyeke gelek girîng e û bandora xwe li ser tevahiya Kurdistanê û li Rojhilata Navîn dike. KNK piştgiriya vê pêvajoyê dike û ji bo serkeftina pêvajoyê jî di nav hewldanan de ye. Banga Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan wek nexşerêyeke stratejîk hat dîtin û rê li ber xebatên me yên yekîtiya neteweyî vekir û KNK jî li ser vî esasî xebatên xwe dike.
Platforma Yekîtiya Jinên Bakur, di 2yê adarê de, li Amedê komcivînek pêk anî û encamnameyek bi raya giştî re parve kir. Beriya Bakur, Platforma Yekîtiya Jinên Başûr jî komcivînek li dar xistibû. Hûn wek Hevseroka KNKê van komcivînên jinan çawa dinirxînin?
Ji bilî van her du komcivînan, li Ewropayê di 13ê kanûna 2025an de, li Hollandayê komcivîneke berfireh a Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd hat lidarxistin. Bêguman komcivîn û hatina cem hev a jinan gaveke gelek girîng û watedar bû. Jinên kurd ji dîrokê heta niha ti carê dev ji têkoşîn, evîn û hêviya xwe ya ji bo Kurdistaneke azad, parastina çand û nasnameya xwe bernedaye. Li qonaxên cuda jinên kurd îsbat kiriye ku ew hem wek jin û hem jî wek kurd ji bo pêşerojeke azad dikarin hêza xwe bi ruhê yekîtiya neteweyî bikin yek û bandora xwe li ser xebata giştî ya yekîtiya neteweyî bikin. Ez teqez dikim ku jinên kurd xwedî wê hêzê ne ku di pêkanîna kongreya yekîtiya neteweyî de rola pêşengiyê bigirin ser milên xwe.
Jinên kurd bang kiribû ku, pêkanîna kongreya neteweyî ya kurdî êdî pêdiviyeke jiyanî ye ku nayê bipaşxistin û ji bilî "yekîtî û aştiya navxweyî" ti rêyeke din a serkeftinê tune ye. Hûn vê banga jinan çawa şîrove dikin?
Di parastina Rojava de me dît ku jinan berxwedan honand û jin û gelên kurdistanî û yên cîhanê daketin qadan û li berxwedana jinan xwedî derketin. Bi taybetî jî helwesteke xurt û hişmendiyeke neteweyî derxistin holê. Ev berxwedana jinan û hevgirtina civaka kurd, êrişa hêzên hegemonîk ên tunekirina kurdan têk bir. Ev helwesta jinên kurd û hêza civakî, yekîtiya neteweyî li ser hêzên siyasî ferz kir û ji bo konferansa yekîtiya neteweyî jî zemîneke xurt afirand. Her wiha banga dîrokî ya Rêzdar Abdullah Ocalan a “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” jî zemîn hîn xurtir ava kir û gelek hêzên siyasî yên li çar aliyên Kurdistanê jî piştgirî dan vê pêvajoyê.
Di encamnameya her du platforman de jî xaleke girîng hatibû destnîşankirin, ew jî xala zimanê aştiyê bû. Wek jinekê ku xebatên yekîtiya neteweyî ya kurdî dide meşandin, hûn zimanê aştiyê çawa şîrove dikin û divê zimanê aştiyê çawa were bipêşxistin?
Di vê pêvajoyê de pêdiviya me herî zêde jî bi zimanê çêker û aştiyê heye. Zimanê aştiyê tenê têgiheke teorîk nîne, ev pêdiviyeke stratejîk û civakî ye. Zimanê aştiyê tê wê wateyê ku em di gotin, nivîsandin û helwesta xwe de ji zimanê alozî û neçêker rizgar bibin û zimanê aştiyê bi pêş bixin. Divê em zimanê têgihîştin, rêzgirtin, guhdarîkirin û hevkariya di navbera aliyan de bi kar bînin. Bi taybetî jî di nav kurdan de, ku carinan cihêbûna siyasî, partî û herêmî heye, zimanê aştiyê dikare bibe bingeha nêzîkbûn û baweriyê. Lewra zimanê dijminahiyê û hevdutawanbarkirinê yekîtiyê qels dike û kurdan ji hev dûr dixe. Lewma divê zimanê diyalogê, zimanê çareseriyê û zimanê aştiyê were avakirin. Jixwe tenê zimanê aştiyê dikare rê li ber yekîtiya neteweyî ya kurdî vebike. Ev şertê bingehîn e ku em bikaribin bingeheke saxlem û mayinde ya yekîtiya neteweyî ava bikin.
Rola jinan pir girîng e
Bêguman di bipêşxistina zimanê aştiya navxweyî ya gelê kurd û hêzên me yên siyasî de rola jinan pir girîng e. Rola jinan a di yekîtiya neteweyî de di asta stratejîk de ye. Di dîroka Kurdistanê de mînakên berxwedana jinan a di nav civakê û hêzên siyasî de gelek in. Jinan di gelek serdeman de pêşengiya pêvajoyên aştiyê kiriye û aştî pêk aniye. Jinên kurd niha jî di avakirina platformên neteweyî û mekanîzmayên diyalogê de pêşengiyê dikin. Ez dixwazim vê yekê jî bînim ziman; yekîtiya neteweyî ji bo kurdan tenê meseleyeke navxweyî nîne. Ew peyamê dide civaka navneteweyî ku gelê kurd xwedî îradeyeke hevpar û rêxistinî ye. Ev dikare di siyaseta herêmî û navneteweyî de pozîsyona kurdan xurttir bike û stratejiyeke siyasî ya hevpar bide avakirin.
Herî dawî ji bo dema pêş, hedefên ku we danîne pêşiya xwe û banga we ya ji bo jinên kurd û gelê kurd çi ne?
Li Ewropayê, Amerîka û Kanadayê, li welatên Kafkasya û Avusturalyayê, dê civînên girîng bi gel, sazî û rêxistinan re bên lidarxistin û li her çar aliyên Kurdistanê jî dê rêzekomxebat bên lidarxistin. Ev xebat hemû dê ji bo diyaloga di navbera hêzên siyasî û civakî de werin kirin da ku konferansa yekîtiya neteweyî pêk were. Ji ber ku em dixwazin di serî de di nav hêzên me yên siyasî de zimanê diyalogê û aştiyê bidin avakirin û baweriyeke xurt di navbera hêzan de çêbibe. Bi vê mebestê em bang li hemû jinên kurd, gelê kurd û hêzên kurdî dikin ku bi awayekî çalak û rêxistinî beşdarî vê pêvajoyê bibin, dengê xwe bilind bikin û di avakirina yekîtiya neteweyî de rola xwe ya dîrokî pêk bînin.


