117 welatiyên di jêrzemînên Cizîrê de hatin kuştin bi bîr anîn

117 welatiyên 10 sal berê di dema qedexeya derketina kolanan di jêrzemînên Cizîrê de hatibûn kuştin, hatin bibîranîn. Di bîranînê de soza domandina têkoşîna wan hat dayin.

1 deqe xwendin
117 welatiyên di jêrzemînên Cizîrê de hatin kuştin bi bîr anîn

Di 14ê Kanûna sala 2016an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina kolanan hat ragihandin. Qedexe, 79 rojan berdewam kir. Di dema qedexeyê de 177 jê di jêrzemînan de bi giştî 288 kes hatin kuştin. Bi boneya salvegera kesên di jêrzemînan de hatin kuştin, li Taxa Nûrê ya Cizîrê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Li gel malbatên xizmên wan hatine kuştin, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bîranînê bûn. 

Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Rêvebera MEBYA-DERê Esmer Çikmaz ku di komkujiyê de keça wê Yasemîn Çikmaz û kurê wê Vahap Çikmaz hatibûn kuştina wiha got: “Em, komkujiyê şermezar dikin. Heman komkujî 10 sal berê li Cizîrê hatibû kirin, îro li Rojava tê kirin. Em van komkujiyan tevan şermezar dikin. Em ê wan ji bîr nekin.” 

Hevseroka DBPa Cizîrê Aynûr Elçîoglû jî got ku dê kesên hatine kuştin ji bîr nekin. 

Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Ramazan Uysal jî anî ziman ku dê wehşeta hatiye kirin ji bîr nekin û têkoşîna xwe bidomînin. 

Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî diyar kir ku dewletê 10 sal berê bi komkujiyê bersiv da daxwaza gel a xwerêvebirinê û got: “Em ê her tim ji bo kesên di jêrzemînan de hatine kuştin daxwaza edaletê bikin. Em ê ji kujeran hesabê bipirsin. Gelê kurd dê vê komkujiyê ji bîr neke.” 

Esmer Tunç a ku di komkujiyê de kurên wê Orhan û Mehmet Tunç hatibûn kuştin jî got ku dê kesên di komkujiyê de hatin kuştin ji bîr nekin û xwedî li têkoşîna wan derkevin. Di bîranînê de ji bo kesên hatin kuştin mewlûd hat xwendin. Ji bo xêra wan xwarin hat dayin û dua hatin kirin.