17 TIRên alikariyê ji Amedê gihişt Kobanê
17 TIRên alîkariyê yên ku saziyên civakî û rêxistinên demokratîk ji Amedê şandibûn, gihîştin Kobanê.

Platfroma Parastin û Piştgiriya Bajêr a Amedê, di çarçoveya piştgiriya ji bo Rojava û Kobanê ji bajarên bakurê Kurdistanê alîkariyên kom kirin û ji Amedê şandin Kobanê. Karwana ku ji 17 TIRên alîkariyê pêk dihat, îro gihiştin Kobanê. Karwan di Deriyê Ezazê, piştre Cerablûsê û Pira Qereqozaqê re derbasî Kobanê bû. Heyva Sor a Sûriyeyê alîkarî wergirtin û veguhastin Kobanê. Di çarçoveya kampanyaya piştgiriya gelê Rojavayê de ku di şert û mercên jiyanê yên zehmet re derbas dibin, ev alîkarî hatin şandin. Alîkarî ji xurek û pêdiviyên bingehîn pêk tê.
23 roje bajarê Kobanê ji hêla hêzên hikûmeta demkî ya Şamê ve di dorpêçeke giran de ye. Hêjayî bibîrxistinê ye ku çend rojan alîkariyên gelê Bakur li ber sînorê Pirsûs û Kobanê hatin astengkirin.


