20 roj in Kobanê di dorpêçê de ye

Hikûmeta demkî ya Şamê 20 roj in ambargo anîye ser Kobanê. 600 hezar şêniyên bajêr di şertên giran de dijîn.

1 deqe xwendin
20 roj in Kobanê di dorpêçê de ye

Hikûmeta demkî ya Şamê 20 roj in, dorpêçeke dijwar daniye ser bajarê Kobanê. Ambargo û dorpêça li ser Kobanê jiyana nêzîkî 600 hezar şêniyên bajêr û koçberên li wir dixe xeteriyeke mezin. 

Şêniyên bajêr di şertên mirovî yên pir dijwar de dijîn, pêdiviyên sereke yên jiyanê, derman, pêdiviyên bijîşkî û sotemeniya germkirinê kêm bûne. Ji ber dorpêçê elektrîk û xizmetên înternetê hatine birîn. Ev êşa şêniyan zêdetir dike û xebata xizmetguzarî û saziyên mirovî asteng dike. 

Tevî peymana ku di 29ê Çile de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta demkî de hatiye îmzekirin, ku tê de rakirina dorpêça li ser Kobanê hatiye destnîşankirin, lê dorpêç heta roja îro, berdewam dike.

Di vê çarçoveyê de, Rêveberiya Kobanê duh (7 Sibat) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku "li ser vexwendineke fermî ji Rêveberiya Xweser a Kobanê re, şandeyek ji rêveberiyê û berpirsên bajêr di 5ê Sibatê de çûne Helebê, li wir bi cîgirê parêzgerê Helebê û fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên li parêzgehê re civiyan."

Rêveberiya Kobanê di daxuyaniya xwe de destnîşan  kir ku "tevî sozên ku nûnerên hikûmetê di civînê de dane heta niha, ji aliyê hikûmetê ve ti gavên berbiçav, bi taybet di derbarê vekişîna hêzên leşkerî ji herêma Çelabiyê û rakirina dorpêça li ser Kobanê de nehatine avêtin."