Agirê Newrozê Sînoran Dihelîne
Di yekitiya kurd de rol û rista Newrozê weke rista "Dil" a di laş de ye. Çawa dil xwînê li hemû hucreyên laşê belav dike û wan zindî dihêle, Newroz jî ruhê berxwedan, yekitî û azadiyê li her çar parçeyên Kurdistanê belav dike û di dile hemû kurdan de dide jiyîn.

Di dîroka gelan de hin kêlî hene ku ji sînorên demê derdikevin û dibin nasnameya kolektîf. Newroz jî bûye nasnameya kolektîf a civaka kurd. Dîroka vê nasnameyê ne ya koledariyê ye, ya serhildanê ye. Lewre, ji bo neteweya kurd, Newroz ne tenê mîrateyek e, ew "manîfestoya man û nemanê" ye. Ji ber vê yekê ye ku her sal qadên Newrozê dibin qada referandûma herî mezin a cîhanê. Her sal bi milyonan kurd li her çar parçeyan û li çar hêlên cîhanê derdikevin qadan û bi awayekî zelal dibêjin; “em sînorên we yên siyasî naz nakin, Kurdistan yek e, em yek in”.
Dîroka Newrozê ya bi mîtolojiya Kawayê Hesinkar dest pê dike dîroka rûmetê ye. Çakûçê Kawa peymana azadiyê ye. Newroz çîroka serkeftina mazlûman a li dijî zordestiyê ye. Di sala 612an a beriya zayînê de, dema Kawayê Hesinkar li dijî zilm û tarîtiya Dehaq serî hilda, wî tenê qraleke zalim û zilimkar nehilweşand, wî bingeha "vîna neteweyî" ava kir. Êdî Newroz bu nasnameya ku tu carî nakeve bin nîrê koledariyê.
Ew agirê ku bi ruhê Kawa li ser lûtkeyên çiyayan hat vêxistin, çirûska yekem a yekitiya Mediyan bû. Îro jî, dema kurd li her çar parçeyan agirê Newrozê dadidin, ew di eslê xwe de peymana xwe ya bi Kawa re nû dikin. Dîroka Newrozê nîşan dide ku "Dehaq" çiqasî bi hêz bin jî, dema gel bibe yek û "çakûçê" xwe hilde ew mehkûmê têkçûnê ne.
Bêguman Newroz ne tenê bîranîna rabirdûyê ye, ew "Nexşerêya Pêşerojê" ye. Kurd dema li dora Agirê Newrozê govendê digerînin, enerjiyeke kolektîf ava dikin, "Ez" dimire, "Em" zindî dibe. Agirê Newrozê bi tîna xwe dilên kurdan germ kiriye û her çar parçeyên Kurdistanê di bin ronahiya xwe de gihandiye hevûdu. Lewre, Agirê Newrozê tenê têlên striyî yên ser dile Kurdistanê nahelîne, dîwarên ku di ruh û hişmendiya kurdan de hatine avakirin jî dihelîn e.
Newroz, her çend bi nasnameya xwe ya kurdî were nasîn jî lê di cewherê xwe de "Cejna Gelan"e. Manîfestoya jiyana hevpar û wekhev e. Li dora Agirê Newrozê hemû gelên cuda li ser xeta wekhevî, azadî û aştiyê dibin yek. Dema em dibêjin "Cejna gelan e", em bibêjin, kurd ji bo xwe tenê azadî naxwazin, ew dixwazin bi hemû cîran û gelên herêmê re di nav aşitî û wekheviyê de bijîn.
Azadî ne milkê tu kesî ye, ew mîna rojê ye, heke derkeve hemû civakan ronî dike. Ev hîmê civaka demokratîk e. Heman demî de ev taybetmendî ya ruhê kurdê komunal û azad e. Kurd, dema Newrozê pîroz dikin, sîwaneke demokratîk ava dikin ku tê de hemû gelên bindest (ereb, asûrî, ermenî, tirkmen) cihê xwe tê de digirin. Ew qadeke wisa ye ku di wê qadê de zordestî tune dibe, wekhevî û biratiya gelan li ser bingeha azadiyê geş dibe. Ev model li dijî pergalên monîst û dîktator bersiva herî qayîm e. Bi vê taybetmendiya xwe di vê sedsala nû de jî Newroz di avakirina "Neteweya Demokratîk" risteke girîng dilîze.
Wekî ku tê zanîn, di sedsala borî de, bi pênûsên sar û dilên xayin, axa Kurdistanê wekî qumaşekî kevn qetandin û kirin çar parçe. Sînorên fîzîkî xistin navbera gund, malbat û çiyayên Kurdistanê. Bi wan sînoran ne tenê çiya û rûbar, deşt û zozan, xwîşk û bira ji hev qetandin, xwestin hişmendiya gelekî jî di nav têlên striyî de bikin çar parçe. Lê belê, di nava vê tarîtiya sedsalî de, stêrkek hebû ku tu carî venemiriya ew jî Newroz bû. Agirê Newrozê tu carî ew sînorên wan ên bêhom naz nekir. Agirê ku li ser çiyayên Sîpan, Agirî, Qendîl û Cûdî dihat vêxistin, peyama "em livir bûn, em li vir in û em yek in" dida her çar parçeyan Kurdistanê.
Newroz, di dîroka gelê Kurd de ne tenê wekî "rojeke nû" ya salnameyê, wekî "hişmendiya azadiyê" hatiye pênasekirin. Di nav sedsalên dijwar û tarî de, dema ku ziman, nasname û hebûna kurd hatiye qedexekirin, Newroz bûye yekane ew qada ku kurd bi hemû rengên baweriyên xwe yên cuda, bi rengên zaravayên xwe yên cuda lê bûne yek dil û hebûna xwe ya neteweyî paraztin e. Lewre, agirê Newrozê agirê yekitiyê ye, ronahiya azadiya neteweyî ye.
Ji ber vê yekê ye tu kes bi tena serê xwe Newrozê pîroz nake. Ji bo agir pêdivî bi komkirina daran, pêxistina bi hev re û govendgerandina li dora wê heye. Ev pêvajo morala parvekirinê ava dike. Dema ku kurd li dora agir kom dibin, ew fêm dikin ku hêza wan ne di şexsiyeta wan de ye, di yekitî û hevgirtina wan de ye. Ev hevgirtin, morala herî mezin a yekitiya neteweyî ye. Di hevgirtina netewî de zimanê dagirker tune ye, zimanê Kawayê Hesinkar heye.
Newroz ji bo kurdan ne tenê cejna biharê ye, vejîna ji xweliyê agir e. Ew bîra kolektîf a gelekî ye ku her sal ji xweliya xwe ji nû ve dizê û bi her agirî re sînorên li ser nexşeyan pûç dike. Dema ku bi mîlyonan kurd di heman kêliyê de berê xwe didin heman rojê, ew dibin xwedî "Hafizaya Hevpar". Ev hafiza, sînorên fîzîkî yên sedsala 20'an pûç dike. Di hişmendî û ruh de yekitiyeke ji pola ava dike ku tu artêş nikare wê parçe bike.
Newroza îsal ji bo gelê kurd ji her demê bêtir girîng e. Banga ku “Newroz bibe bingeha yekitiya neteweyî”, bangeke dîrokî û polîtîk e. Di serdemeke ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê hûnandin de, Newroz banga "Yekitiya Neteweyî" ye. Newroz nîşan dide ku tu sînorên siyasî nekarin ruhê gelekî parçe bike û ji hev qut bike. Agirê ku li Amedê tê vêxistin, dilê kurdê li Mahabadê germ dike, qêrîna Qamişlo li Hewlêr û Silêmanî deng vedide. Birîna Helepceyê di dilê 70 milyon kurdî de jan dide.
Di wêje ya kurdî de jî Newroz sembola vejînê ye. Pênûsên nemir Newroz wekî "Hevî" û "Vejîn" nexşandine. Heke Newroz îro bi vî rengî di dilê me de zindî be, keda pênûsên zêrîn di vir de mezin e. Rewşenbîrê serdemê Ehmedê Xanî sedansal berê, Newroz wekî roja "derketina gel a qadan, wekî roja "meclîsa gel" pênase kir û ew wekî bingeha daxwaza azadî û yekitiyê nîşanda. “Zîn û Mem û Newroz, sê sînorên evîn û welat in. Melayê Cizîrî, Newrozê wekî ronahî û evîna kûr pênase kir.
Di wêjeya modern a kurdî de jî Newroz bûye bingeha helbestên berxwedan wu azadiyê. Wêje, bi rêya Newrozê ruhê neteweyî diparêze û daxwaza azadiyê di nava peyvan de zindî dihêle. Di sedsala 20’an de, Musa Anter (Apê Musa) dibêje; "Newroz, ne tenê cejneke, Newroz, qîrîna hebûna miletekî ye ku dixwestin wî tune bikin.", Pîremêrd bi helbesta xwe ya nemir a Newrozê û Cegerxwîn bi qêrîna xwe ya şoreşgerî, Newroz ji çarçoveyeke folklorîk derxistin û kirin "Sirûda Neteweyî ya Berxwedan û Azadiyê”. Wêjeya Kurdî bi van hewldanên xwe Newroz wekî "Haveyna Yekitiyê" parast û nehişt ku parçekirina siyasî bibe parçekirina ruhî û hişmendî.
Kawayê hemdem Mazlum Doğan di bin zilm û îşkenceyên giran ên zindana Amedê de, di nav çar dîwarên sar de de bi sê niftikan dilê hemû kurdan germ kir. Bi çalakiya xwe peyama "Berxwedan Jiyan e" da. Şopdarên Kawayê hemdem Zekiye û Rehşanan ji bo ronîkirina siberoja gelê xwe bedena xwe kirin agirê Newrozê û gotin siberoja me ne li gorî nexşeyên hinekan e, li gorî tîna agirê me ye. Bi wî çalakiya xwe ji me re gotin; heta tu ji bo birayê xwe û ji bo welatê xwe neşewitî, tu nikarî ronahiyê bidî derûdora xwe.
Ev kesayetên dîrokî û modern nîşanî me didin ku Newroz ne tenê "pîrozbahiyek" e, Newroz "mîraseke berxwedanê" ye ku ji destê Kawa gihîştiye destê me. Ji Kawayê hesinkar hetanî Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan heman agir berdewam e. Newroz her tim ji bo me bûye roja vejînê, yekitî û azadiyê. Dê ji vir şûnde jî wiha be.
Bêguman, yekitiya neteweyî ne bi tenê bi peymanên li ser lênûskan pêk tê. Bi ruhê jin û ciwanan li qadên Newrozan pêk tê. Jinên Kurd, bi rengên xwe yên neteweyî û bi vîna xwe ya azad, Newroz kirine qada "Jin, Jiyan, Azadî" Ew parêzvanên herî mezin ên çand û yekitiya hundirîn in. Ciwanên Kurd jî, bi enerjî û agirê xwe dibin pira di navbera çar parçeyan de. Ciwanên ku îro li her çar parçeyan bi heman ruhî li qadan in, mîsogeriya di hişmendiyê de Kurdistana yekbûyî ne.
Rista Newrozê ya di sedsala 21an jî ev e; têkbirina hişmendiya çarparçebûnê û avakirina yekitiya ruhî û polîtîk. Heta ku agirê Newrozê li ser lûtkeyên çiyayên Kurdistanê geş bibe û heta ku em li dora vî agirî govenda azadiyê bigerînin, tu hêz nikare vîna gelê kurd bişikîne.
Wekî encam; Newroz, bingeha herî qayim a netewbûnê ye. Stratejiya jiyana azad e. Agirê Newrozê jî hîma avakirina yekitiyê ye. Her agirekî Newrozê kevirekî dîwarê yekitiyê ye. Azadî û yekitî di tîna agirê Newrozê de ne. Niha dem dema avakirina yekitiyê ye. Destê xwe bidin govenda yekitiyê û sînoran hilweşînin.
Newroz cejna me ye, yekitî jî daxwaza gelê me ye. Hêza me tîna agir e, yekitiya me jî cejna me ye.
Rabe heval, destê xwe bide destê birayê xwe, ronî bike asoyê xwe.
Newroz Pîroz Be!


