Amedî dê ji bo Rojava di 1ê Sibatê de meşeke girseyî pêk bînin

Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê dê di "1ê Sibatê, Roja Hevgirtinê bi Rojava re" de, ji bo piştevaniya gelê Rojava meşeke girseyî pêk bîne.

1 deqe xwendin
Amedî dê ji bo Rojava di 1ê Sibatê de meşeke girseyî pêk bînin

Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê dê di 1ê Sibatê de ji bo nîşandana hevgirtinê bi Rojava re meşeke girseyî pêk bîne. Girse dê êrîşên, HTS, DAIŞ û komên paramîlîter şermezar bike û piştevaniya xwe ya bi gelê Rojava re bîne ziman. Meş dê di "1ê Sibatê, Roja Hevgirtinê bi Rojava re" ya ku hatiye ragihandin de bi dirûşmeya "Rojava têkoşîn e, azadî ye" pêk were. Meş dê ji Abîdeya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan heta AZC Plaza a li semta Ofîsê bidome.

 Platforma Saziyên Demokratîk hemû welatiyan vedixwand meşê.