Amerîka êrişî baregehên Heşdî Şabî kir

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) baregehên Heşdî Şabî yên li derdora Kerkûkê bombebaran kir. Hat ragihandin ku di encama êrişê de mirî û birîndar çêbûne.

1 deqe xwendin
Amerîka êrişî baregehên Heşdî Şabî kir

DYAyê duh bi şev Baregeha Tûgaya 40an a Heşdî Şabî ya li derdora Kerkûkê bombebaran kir.

Hat zanîn ku di encama êrişê de mirî û birîndar çêbûne. Hêzên ewlehiyê hîna derbarê êrişê de ti daxuyaniyeke fermî nedane.

Li aliyê din baregehên Heşdî Şabî yên li Anbar û Bexdayê jî ji aliyê balafirên şer ên DYAyê ve hatin hedefgirtin.

Têkildarî vê êrişê jî agahiyên berfireh nehatin bidestxistin