Amerîka şerê Îranê, Îran şerê gelê xwe dike

Li ruxmê ku Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê şerê hewayî da destpêkirin û gelek rayedarên sereke yên dewletê kuştin jî, rejîma Îranê li şûna ku zêdetir li dijî dijminê xwe şer bike, herî zêde welatiyên xwe dikuje. Di 5 mehên dawî de zêdetirî 720 welatiyên xwe bi dar ve kirin.

1 deqe xwendin
Amerîka şerê Îranê, Îran şerê gelê xwe dike

Amerîka-Îsraîlê di 28ê sibatê de li dijî Îranê şerekî esmanî da destpêkirin. Şer 40 rojan berdewam kir. Piştre her çend agirbest hat îlankirin jî êrişên li hemberî hev berdewam dikin. Li ruxmê ku Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê şer daye destpêkirin jî, rejîma Îranê herî zêde li dijî gelê xwe şer dike û her roj mirovên xwe bi dar ve dike û li kolanan dikuje. Tevî şert û mercên şer ên ku bandorê li welêt dikin jî, ev hejmar di nav çar mehên pêşîn ên sala 2026an de zêdeyî 720 kes derbas kir.

Tenê di sala 2025an de, herî kêm 2 hezar û 259 kes li Îranê hatine bidarvekirin. Li gorî raporan, piştî şerê Amerîka-Îsraîlê yê li dijî Îranê, rejîma Îranê bêhtir mirovan bi dar ve kirine. Di 18ê gulanê de rejîma Komara Îslamî ya Îranê ciwanên kurd ên bi navên Naser Bekirzade û Mehrab Ebdullahzade yên ku li Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê dihatin ragirtin, bi dar ve kirin. Tevî daxwaza malbatan, cenazeyên her du ciwanên kurd hêj jî radestî malbatên wan nehatine kirin.

Herî dawî di 28ê gulanê de Pasdarên rejîma Îranê bi ser gundekî navçeya Dalaho ya Kirmaşanê de girtin û bi hinceta tev li xwepêşandanên meha çileyê bûne ciwanên kurd ên bi navên Meysem Weysî û Mucteba Weysî kuştin. Rejîma Îranê di çend mehên dawî de tenê li Kirmanşanê zêdetirî 3 hezar kes kuştin. 

3 ciwanên kurd bi dar ve kirin

Rejîma Îranê sê girtiyên kurd li girtîgehên Kirmanşan û Mihabadê yên Rojhilatê Kurdistanê bi dar ve kirin. Li gor çavkaniyên ragihandina navxweyî ya rojhilatê Kurdistanê, di 27ê gulanê de du girtiyên ji Kirmanşanê yên bi navê Saman Îbrahîmî û Elî Şehbazî li Girtîgeha Dîzabadî ya Kirmanşanê û girtiyê bi navê Ebdulqadir Resûlî jî li Girtîgeha Mihabadê bi dar ve kirin. Beriya ku her sê girtî werin bidarvekirin, rêvebiriya girtîgehan ya rejîma Îranê nehiştine girtî bi malbatên xwe re cara dawî hevdîtinê bikin.

Kampanyaya greva birçîbûnê

Kampanyaya greva birçîbûnê ya bi navê “Sêşemên Na Ji Darvekirinê Re” ya li dijî polîtîkayên darvekirinê yên rejîma Îranê, kete hefteya xwe ya 122yemîn. Di daxuyaniya kampanyayê de hate ragihandin ku girtiyên siyasî yên li 56 girtîgehên wekî Evîn, Qizilhesar, Girtîgeha Mezin a Tehranê, Qerçek, Şeyban a Ehwazê, Sepîdar a Ehwazê, Adilabad a Şîrazê, Zahîdan, Meşhed, Reşt, Ûrmiye, Mehabad, Bokan, Merîwan, Sine û Îlamê di greva birçîbûnê de ne.

Kampanyaya “Sêşemên Na Ji Darvekirinê re” destnîşan kir ku darvekirinên siyasî bi lez zêde dibin û bang li rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan hate kirin ku li dijî bidarvekirinên li Îranê helwesteke bibandortir nîşan bidin. Li gorî kampanyayê ji destpêka salê ve herî kêm 72 kes hatine bidarvekirin û zêdetirî 25 ji van girtiyan bi îdiayên “siyasî û ewlekariyê” hatine darizandin.

Li gor rapora salane ya rewşa mafên mirovan li Îranê, tenê di nav 12 mehên dawî de bi kêmanî 2 hezar û 488 kes ku ji wan 63 jin, 2 zarokên di bin temenê 18 saliyê de hatine bidarvekirin. Pêkanîna bidarvekirinê ya 13 kesan li pêş girseyê hatiye kirin. Her wiha di nav 12 mehên dawî de cezayê bidarvekirinê li 130 girtiyên din hatiye birîn.

HRANA: Di mehekê de 50 kes bi dar ve kirin 

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANAyê, derbarê rêjeya darvekirin, girtin û binpêkirina mafên mirovan a li rojhilatê Kurdistanê û Îranê rapora xwe ya mehane belav kir. Li gorî raporê, di 30 rojên borî de herî kêm 50 bûyerên bidarvekirinê hatine tomarkirin ku piraniya wan girtiyên siyasî yên çalakiyên nerazîbûnê ne. Hate gotin ku 541 bûyerên girtinê hatine tomarkirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku rewşa girtîgehan xirabtir bûye; 73 bûyerên binpêkirina mafan li dijî girtiyan weke astengkirina çareseriya bijîşkî û veguhastina nediyar a girtiyên siyasî hatine kirin. Li aliyê din, hêzên ewlehiyê ji ber gulebarana bêserûber li her du bajarên Îranşar û Kirmanşanê herî kêm 7 welatiyên sivîl û zarokek kuştine.

Li gorî saziyên mafên mirovan li Îranê, di 2025an de, herî kêm hezar û 639 kes hatin bidarvekirin. Li gorî raporan, piştî şerê Amerîka-Îsraîlê yê li dijî Îranê, rejîma Îranê mirovan bêhtir bi dar ve kirine.