DYA û Îran li gor agirbestê tevnagerin

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku dawiya hefteyê li başûrê Îranê sîstemên kontrolê yên balafiên bêmirov û radar hedef girtiye.

1 deqe xwendin
DYA û Îran li gor agirbestê tevnagerin

Rageşiya navbera DYA û Îranê bi daxuyaniyên êrîşê yên her du aliyan, gihişte qonaxeke nû. Darbeyeke nû li agirbesta ku 8ê nîsanê ket meriyetê, hat xistin. Hevdîtinên dîplomatîk ên ji bo bidawîkirina şer jî, weke îşareta xitimînê hat nirxandin.

Dawiya hefteyê di çapemeniya amerîkî de hat diyarkirin ku Washingtonê daxwazên nû pêşkêşî Tehranê kiriye. Vê yekê hêviya ji bo peymana ku di rojên dawî de xurt bûye, lewaz kir. Tevî daxuyaniyên erênî yên serokê DYAyê Donald Trump jî, tê diyarkirin ku navbera aliyan pêşketin çênebûye.

Rageşiya li sahê didome, Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand ku rojên şemî û yekşemê “bi armanca parastinê” êrişên hewayî li ser başûrê Îranê pêk anîn. Ev êriş bû pêla operasyonê ya sêyemîn.

Li gorî daxuyaniya CENTCOM, di bombebaranan de Girava Keşm a li Kendava Hurmuzê û navendên kontrolê yên balafirên bêmirov û sîstemên radarê yên li bajarokê Goruk hatin hedefgirtin.

Artêşa DYAyê diyar kir ku balafireke amerîkî ya bi tîpa MQ-1 ji aliyê Îranê ve hat xistin, lewma ev operasyon weke bersiva vê yekê pêk hat.

Mûhafizên Şoreşê yên Îranê jî piştî demek kurt daxuyanî da û ragihand ku artêşa Amerîkayê êrişî baregeheke leşkerî jî kir. Lê têkildarî cihê baregeha hatî hedefgirtin, agahî nehat dayîn.

Li aliyê din, artêşa Quweyt jî ragihand ku welat rû bi rûyê êrişên balafirên bêmirov û fuzeyan e.

Rêveberiyên Washington û Tehranê berê jî hevdû bi binpêkirina agirbesta 8ê nîsanê, sûcdar kiribûn.

Roja pêncşemê piştî êrişên DYAyê yên li ser başûrê Îranê, êrişa li ser Quweytê jî sûcdariyên beramber ên navbera aliyan car din sor kiribû.

Pêngavên leşkerî yên beramber didomin, ev yek fikarê zêde dike ku car din li herêmê rageşî zêde bibe û hêviyên ji bo çareseriya dîplomatîk lewaz bibin.