Rejîma Îranê 2 kurdanbi darve kirin

Rejîma Îranê ku cezayê darvekirinê wekî amûreke zextê li dijî gel bi kar tîne, bi hinceta ku tevlî çalakiyên meha çileyê bûne, her du girtiyên kurd Mehrdad Mihemedîniya û Aşkan Malekî bi dar ve kirin.

1 deqe xwendin
Rejîma Îranê 2 kurdanbi darve kirin

Binpêkirinên mafên mirovan û pêla darvekirinê ya rejîma Îranê ku li dijî çalakvanên siyasî û bi taybetî jî kurdan bênavber didome. Li gorî nûçeya Ajansa Mîzanê ya girêdayî daraza rejîma Îranê, girtiyên kurd ên bi navê Mehrdad Mihemedîniya û Aşkan Malekî li Girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê hatin darvekirin.

Hat zanîn ku her du girtî, ji ber ku beşdarî çalakî û xwepêşandanên meha çileyê bûne ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn girtin. Rejîma Îranê ji bo rewakirina van cînayetên xwe careke din serî li îdiayên xwe yên klasîk û bêbingeh da.

Di daxuyaniya daraza rejîmê de, her du girtiyên kurd bi hinceta alîkariya Îsraîl û DYAyê hatin kuştin. Herwiha darazê bi tawana ‘Moharebe’ ango şerê li dijî Xwedê û dewletê komkujiyên xwe yên darvekirinê parast.