Armancan wan Erebkirina Rojava ye
Projeya Kembera Ereb ku bi armanca tunekirin gelê kurd û Erebkirina Rojavayê Kurdistanê hate meşandin, li têkoşîna gelê kurd qelibî. Ligel hemû polîtîkayên îmha û înkarê 64 sal piştre Kembera Ereb li ber sekeratê, gelê kurd jî li ser piyan e û rojeva cîhanê ye.

Rojavayê Kurdistanê ku wekî perçeyên din ên Kurdistanê bi polîtîkayên îmha, înkar û asîmîlasyonê re rû bi rû maye, îro rojeva sereke ya Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Bêguman hatina vê astê hêsan nebû. Ji bo gelê kurd dengê xwe bigihîne cîhan û mirovahiyê li hemberî berdelên giran têkoşînek bêhempa û kdestanî da. Ligel hemû polîtîkayên tevkujî, îmha û înkarê jî bi têkoşîn û berxwedanê hebûna xwe parast û li ser piyan ma. Bi têkoşînê hebûna xwe hem bi netew dewletên herêmê û hem jî bi pergala navneteweyî da qebûlkirin. Polîtîkayek bi têkoşînê hatiye têkbirin jî projeya Kembera Ereban ye. Projeya 64 sal berê bi navê ‘Al-Hizam Al Arabî’ hatî amadekirin çewa derket holê, çi rêbaz hatin bikaranîn û çi encam da îro di rojevê de ye.
Armanca sereke tunekirina kurdan bû
Hikumeta Baasê ya Sûriyeyê ji bo guherandina demografya Rojavayê Kurdistanê ev proje wekî polîtîkayek dem dirêj amade kir. Armanca sereke ew bu ku rêjeya nifûsa kurdan kêm bike û nifûsa Ereban li bajarên Rojavayê Kurdistanê yên nêzîk bakur û başûr zêde bike. Bi vê yekê xwest têkiliya kurdên li bakur-başûr û Rojavayê Kurdistanê qut bike, gelê kurd bi riya koçberkirin û asîmîlekirinê ji holê rake.
Kurd wekî talûke tên pênasekirin
Projeya Kembera Ereb bi jimartina taybet a ji hêla rejîma Baasê ve di sala 1962yan li wilayeta Hesekê pêk hatî de dest pê kir. Di encama jimartinê de derket holê ku ji sedî 80ê nifûsa Hesekê ji kurdan pêk tê. Rejîmê ev yek ji xwe re wekî talûkeyekê pênase kir û xwest ku dengeya nifûsê biguherîne. Li ser vê yekê rayedarek ewlehiyê yê rejîma Baasê yê bi navê Muhammed Talîb Hîlal planek amade kir.
Navê paqijiyê li projeya tevkujiyê kirin
Hîlal salek piştî jimartinê di sala 1963yan de dest bi çêkirina planekê dike. Di planê rêjeya nifûsa kurdan a li wilayeta Hesekê wekî talûke tê pênasekirin. Ji bo kurdên ku wekî talûke hatine pênasekirin ji holê bên rakirin jî pêşiyê ‘Kembera Paqijiyê’ tê pêşnikarkirin. Li gorî vê planê divê kurd ji ser axa xwe bên koçberkirin û li şûna wan ereb bên bicihkirin. Hilal bi armanca pêkanîna planê jî 12 xalan tespît û pêşniyar dike.
Nasnameya 150 hezar kurdî hate betalkirin
Plana Hîlal ji hêla rejîma Baasê ve hate erêkirin û wekî gava yekemîn nasnameya nêzî 150 hezar kurd mîna ‘ecnabî-biyanî’ hatin ravekirin û hemû mafên wan hatin betalkirin. Bi vî awayî mafê xwedîbûna mal, milk, cih û war a kurdan ji dest hate girtin. Di şevekê de 150 hezar kurd li ser axa xwe ketin rewşa kesên bêmal û bêax. Bi vê biryarê Kurd bi darê zorê ji malên wan hatin derxistin.
Hafiz Esad plan xiste meriyete
Ji ber gengaşiyên siyasî plana Hîlal çend salan dereng mabe jî Hafiz Esad di sala 1970yan de xiste meriyetê. Esad dixwest bi yek gavê hem ticaretê bike û hem jî tevkujiyê pêk bîne. Pêşiyê Erebên dê li Rojavayê Kurdistanê bicih bike, amade kirin. Ji bo vê jî malbatên Ereb ên di encama çêkirina Bendava Tebqa û Gola Esed ên li Reqa û Helebê de bêmal mayîn wekî şansekê hatin dîtin. Di sala 1974an de bi Biryarnameya bi Hejmara 521an 4 hezar malbatên gundên wan di bin avê de mayîn li Rojavayê Kurdistanê hatin bicihkirin.
Ji Dêrikê heta Serêkaniyê xembera tevkujiyê
Kemberek 280 kîlometre dirêj û di navbera 10-15 kîlometreyan de fireh li ser sînorê bakur-başûr û Rojavayê Kurdistanê hate kişandin. Ji Dêrikê heta Serêkaniyê gundên kurdan hatin desteserkirin û radestî Ereban hate kirin. Ji bo peçavtina bernameya komkujiyê rejîma Hafiz Esad bi hinceta, ‘Reforma Çandiniyê’ dest danî ser axa Kurdan.
Ji bo zêdetirîn nifûsê gundên nû avakirin
Lê tenê destdanîna ser axa kurdan têra rejîma Baasê nekir. Ji ber ku diviya hejmara ereban ji ya kurdan zêdetir bibûya û ji bo vê jî zêdetir pêwistî bi anîna ereban hebû. Di vê çarçoveyê de di navbera wargehên kurdan de 40 gundên nû hatin avakirin. Ji bo ereb xwe li vir bigirin li van gund û bajarokan dibistan, binkeyên tenduristiyê, rê û derfetên cuda hatin pêşkêşkirin. Her wiha ji bo kurd koçî bajarên mezin ên wekî Şam, Heleb, Hama û derveyî Sûriyeyê bibin, zordariyên li ser kurdan hatin zêdekirin û ji hemû xizmetan bêpar hatin hiştin.
Navên gundan hatin guherandin
Wekî li perçeyên din ên Kurdistanê pêk hatî, li Rojavayê Kurdistanê jî di çarçoveya projeyê de navê bi sedan gund, bajarok, navçe û bajarên kurdan hatin guherandin. Li şûna navê kurdî navê erebî hatin danîn. Li Serêkaniyê Resûlayn, li Girê Spî Tilebyad, li Kobaniyê Ayn el ereb, li Dêrikê Malîkiye kirin. Armanca ne tenê tevkujiya fîzîkî bû, di heman demê de tevkujiya çandî, dîrokî û civakî jî pêk dianîn.
Sê armancên sereke
Rejîma Baasê bi Kembera Paqijiyê/Kembera ereb dixwest xwe bigihîne sê armancên sereke. Yek, xwest nifûsa kurdan kêm bike û li Rojavayê Kurdistanê bixe asta kêmaran. Didû, xwestin kurdên bakur, başûr û Rojavayê Kurdistanê ji hev veqetînin, têkiliya yekparebûna hestên neteweyî ji holê rakin. Sisê, xwestin kurdan bêax, mal û kar bihêlin û neçarî koçberiya ber bi Şam, Heleb û derveyî Sûriyê bikin.
Êşên mezin bi kurdan dan kişandin
Di encama pêkanîna projeyê de êşên mezin bi kurdên Rojavayê Kurdistanê dan kişandin. Erdnîgariya Kurdistanê heta astekê di aliyê demografîk de peçe kirin. Bi gengaşiyên di navbera kurd û ereban de zordariya li ser kurdan zêde kirin. Bi projeyê xwestin hebûna kurdan a li Rojavayê Kurdistanê heta hetayê tune bikin.
Têkoşînê destûr neda tevkujiyê
Ligel hemû zordarî, komkujî û polîtîkayên îmha û înkarê jî gelê kurd ne dest ji erdnîgarî ne jî dest ji nasname, çand û zimanê xwe berda. Li hemberî van polîtîkayan têkoşîna azadî, nasname, çand û niştimanî di nav hev de honan. Êşên mezin kişandin lê destûr neda ku dagirker bi tawanên li dijî mirovahiyê bigihin armancên xwe. Di encama têkoşînê de rejîma Esad têk çû û gelê kurd rêxistinbûna xwe derxist asta parastina hebûnê.
Gelê kurd mafên xwe bi keda xwe digire
Li gorî biryarnameya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Peymana 29ê çile ku bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate îmzekirin, divê demildest mafên kurdan ên 64 sal berê hatine dizîn, paşve bên dayîn. Her çiqas hêj di pratîkê de gav nehatibe avêtin jî têkoşîna gelê kurd sûcê mirovahiyê yê ji hêla rejîma Sûriyeyê ya berê ve hatiye kirin bi rejîma nû da qebûlkirin. Ev tê wateya ku gelê kurd bi bedelên giran be jî mafên xwe bi keda xwe paşve digire.
Dagirkerî dê bi dawî bibe
Ligel peyman û lihevkirinan jî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî didome. li gorî peymanê divê dewleta tirk dawî li dagirkeriyê bîne û gelê kurd vegere ser axa xwe. Her çiqas niyetek rejîma Sûriyeyê ya nû û Tirkiyeyê wiha nebe jî têkoşîna projeya 64 sal berî niha vala derxist dê nasnameya Kurdistanî ya bajarên hatine dagirkirin jî biparêze.


