Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo Mehmet Emîn Bozarslan daxuyaniyeke nivîskî weşand

Komeleya Wêjekarên Kurd têkildarî wefata nivîskar Mehmet Emîn Bozarslan daxuyaniyeke sersaxiyê weşand û wiha got: “Keda wî, dê rêya wêjeya kurdî her dem ronî bike.”

1 deqe xwendin
Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo Mehmet Emîn Bozarslan daxuyaniyeke nivîskî weşand

Nivîskar û wergervan Mehmet Emîn Bozarslan ê ku 1934an de li navçeya Licê ya Amedê hatiye dinyayê û bi salan ji bo zimanê Kurdî xebatên bêhempa meşand, di 90 saliya xwe de li bajarê Uppsala ya Swêdê jiyana xwe ji dest da. Komeleya Wêjekarên Kurd bi serenavê “Çiraya me ya hîmdar Mihemed Emîn Bozarslan çû ser dilovaniya xwe” ji bo sersaxiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

‘Ew di tariyên herî reş de birca ronahiyê ya zimanê kurdî bû’

Komeleyê di daxuyaniya xwe de got ku “Bi xemgîniyeke kûr em hîn bûn ku kedkarê mezin ê ziman, dîrok û wêjeya kurdî, nivîskar û lêkolînerê hêja Mihemed Emîn Bozarslan li sirgûnê, li bajarê Uppsalaya Siwêdê koça dawî kiriye” û wiha bi lêv kir: “Mihemed Emîn Bozarslan ne tenê nivîskarek bû; ew di tariyên herî reş de birca ronahiyê ya zimanê Kurdî bû. Bi xebatên xwe yên li ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî, bi Alfabeya xwe ya kurdî, bi çîrokên xwe yên keda gel û bi lêkolînên xwe yên dîrokî, wî bingeha wêjeya modern a bakurê Kurdistanê xurt kir.”

Wefata vî zanyarê mezin ji bo hemû gelê kurd windahiyeke mezin e’

Komeleyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Ew çinareke zanyariyê bû ku temenê xwe di bin zext û sirgûnê de, lê bi serbilindî di xizmeta miletê xwe de derbas kir. Ked û xebatên wî yên li ser hîmên çand û nasnameya kurdî, ji bo nifşên nû dê her dem bibe rêber û çavkaniyeke bêhempa. Weke Komeleya Wêjekarên Kurd, em wefata vî zanyarê mezin wekî windahiyeke mezin ji bo hemû gelê kurd û wêjeya cîhanê dibînin. Em sersaxiyê di serî de ji malbata wî re, ji dost û hevalên wî re û ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin. Keda wî, dê rêya wêjeya kurdî herdem ronî bike.”