HRANA: Li Îranê 52 hezar kes binçavkirî ne
HRANAyê li ser binçavkirina xwepêşandêran, kuştin û birîndarkirinê daneyên nû parve kir.

Li gorî HRANAyê ji 28ê kanûna 2025an û vir ve herî kêm 6 hezar û 964 kes hatin kuştin, 51 hezar û 790 kes hatin binçavkirin, 11 hezar û 22 kes jî birîndar bûn.
Ji kesên hatin qetilkirin 212 ji wan zarokên kêmî 18 salî bûn.
Her wiha ji bo îfadeyê bang li 11 hezar û 51 kesî hate kirin. Li gorî agahiyan, ji kesên ku ji bo îfadeyê bang li wan hate kirin êşkence li 331 ksî hate girtin, bi zorê îfadeya wan hate wegirtin û weşandin.


