Polîsan li Koyiçiyê gef li kurdî xwar
Polîsan li taxa Koyiçîyê bi ser mala Lorin Aryen Turgut, endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê de girtin û bi çekê êrîşî birayê wê kirin. Malbata wê jî ji ber axaftina bi kurdî bi kuştinê hat tehdîtkirin.

Polîsan li taxa Koyiçîyê bi ser mala Lorin Aryen Turgut, endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), de girtin û bi çekê êrîşî birayê wê kirin. Malbata wê jî ji ber axaftina bi kurdî bi kuştinê hat tehdîtkirin. Serdegirtina polîsan di saetên serê sibê de pêk hat.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, saet di 6:00ê sibehê de, polîsan bi şikandina derî êrîşî malê kirine. Ji ber ku Lorin li malê nebû, xwişka wê ya mezin bi girtinê hatiye tehdîtkirin û endamên din ên malbatê jî bi kelepçeyan hatine tehdîtkirin. Birayê wê yê ku li hundir bû, lêdan xwariye û bi çekê li serê wî hatiye xistin. Ji ber lêdanan serê wî şikestîye. Tevî ku emeliyat lê hatiye kirin jî, hat hînbûn ku bi çekê gelek caran li serê wî hatiye xistin.
Di dema serdegirtinê de, endamên malbatê bi gotinên "Ger tu bi kurdî biaxivî ez ê te bikujim" hatine tehdîtkirin. Malbat dê derbarê serdegirtin û îşkenceyê de giliyê sûc li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bike.
Di heman demê de, hat ragihandin ku zarokekî 15 salî jî li taxa Erezê hatiye binçavkirin.


