Asîmanê dîrok û îroya Kurdistanê
Lê Kobanê! Çi dirêj e wateya navê te. Bila em lal bibin û tenê navê te bimîne li ser zimanê me bes e. Kobanê. Despêk û dawiya tevî wateyan. Parola û bêdawîtiya Baxçê Ronahiyê. Salvegera te hatiye û te tî û birçî, bê kehrebe û bê agir hiştine. Dorpêç e dorpêç e li dor te. Yên bêrû û rûmet, yên kurmî û barbar…

Keleha berxwedan û şanaziyê ye helbet; hêlîna şêr û pilingan. Hê jî wilo ye. Dê her tim wilo be. Kobanê ye ew lê! Di van rojan de ku hemû gotin mirine, navê wê tenê bes e: Kobanê!
Vî navî li ser kaxizekî binivîse û bi bayê re berde, dê bibe teyr û tilûr û balinde… Li ser pelek binivîse û bi avê re berde, dê bibe masî û derya û rûbar û keştî, kaptan û qeyikvan. Ew ew e lo!
Kobanêya kurdan, mohra li ser dilan, kila li çavan; keziyek honandî ye li ser serê tevî serên bişeref, nema vedibe, bê birîn jî tune nabe. Şîn tê her û her.
Di vê dewranê de ku lêv hemû hevokan diavêjin nav agir, geş e ew. Tiştek pê nayê. Dinya tev bibe yek jî nikare ronahiya wê vemirîne. Hew gotinek e ew. Bêdawî...
Lê Kobanê! Çi dirêj e wateya navê te. Bila em lal bibin û tenê navê te bimîne li ser zimanê me bes e. Kobanê. Despêk û dawiya tevî wateyan. Parola û bêdawîtiya Baxçê Ronahiyê.
Salvegera te hatiye û te tî û birçî, bê kehrebe û bê agir hiştine. Dorpêç e dorpêç e li dor te. Yên bêrû û rûmet, yên kurmî û barbar…
Lê dorpêça te jî heye; li dor hemû dilan gul î tu, li dor hemû seran taca ji ronahiyê. Li dor tevî destanan nîşana xwebûnê. Di wan rojên tofanî de yekî gotibû; Kobanê nakeve û nakeve!
Neket helbet û bilind bû ber bi asîman ve. Niha welatek asîmanî ye jî Kobanê. Dora wî tije gur û çeqel bin jî, asîman e ew. Asîmanê dîrok û îroya Kurdistanê. Û li asîman e jî. Welatek ji stêrkan.
Niha di van kêliyan da gelê Bakur bi dilsoziyek mezin ber bi Pirsûsê, yanî cêwiya Kobanê ve dimeşe. Her wiha kurd, li çar aliyên dinyayê bûne Kurdistan û agir û pêt; bûne şopdarên şehîdên xwe; bûne dil li vê dinyaya kavil û dilhesin; dilê jiyan û berxwedanê... Dilê ku ji ber pakrewaniya xwe her tim tenê dimîne. Dilê ku dinya qet nabe layîqê wî. Dilê dilan. Kobanê lê… Dilê dilan.
Niha dinya bi lêdana wî dilî digere; dilê ku bû dilê Rojava û her tişt lê bilind û geş bû. Kobanê, dil û giyana Rojavaya malava.
Rojava, dil û giyana dem û dewran, vejîn û serhildanan.
Salvegera te pîroz be stêrka dilan; bi dorpêç û serwextî û şervantiyê pîroz be.
Yên ku xwestin Rojava-Kobanê tune bikin, niha dilerizin. Ji ber ku kurdan dinya hejand. Xwestin jiyan û herêmê bikin topek jiagir di nav destên kurdan de. Da ku biteqe û digel kurdan her tiştî tune bike. Lê ew topa ji agir bû Kobanê; jiyana azad û rengîn, hebûna bişeref û xwebîn.
Her rojek te ferman e niha Kobanê, her şevek te ferman. Û li nav vê zivistana xedar û dijwar, vê berfa bêdawî, vê spîtahiya bêeman berxwedan te zortir û geştir dike. Her kuliyek berfê çîrokek te dibêje, her bagerek destanek te dinivîse. Tu neketî. Tu yê qet nekevî. Ala rengîn î tu, her û her li jor.
Faşîst û zexel hezar carên din jî têk diçin, dê bêhtir biçin. Berfa te ya bi gulên sor xemilandî carek din jî dibêje:
Biharê tînim ez, nema diçilmisim.
Roniya li dilê zemên
Çiraya li şevên tarî
Ne keziyên şervanên te diqedin
Ne stêrkên te vedimirin.
Pîroz e ew roj û her roj!


