Asta tevlî seferberiyê mezin dibe

300 ciwan di çarçoveya seferberiyê de û bi banga Heyva Sor a Kurd weke dilxwaz beşdarî karê belavkirina alîkariyê li koçberan bûn.

1 deqe xwendin
Asta tevlî seferberiyê mezin dibe

Xwendekar û mamoste jî di nav de 300 ciwan di çarçoveya seferberiya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye ragihandin, beşdarî karê Heyva Sor a Kurd bûn.

Xwendekar û mamosteyan diyar kirin ku di çarçoveya banga Heyva Sor a Kurd a ku li ciwanan kiribû, ew dixwazin bi dilxwazî beşdarî kar bibin.

Li gorî agahiyên ji Heyva Sor a Kurd hatin wergirtin, gelek ciwanên din ên ku dixwazin di çarçoveya seferberiyê de wezîfeyê bikin serî li navendên Heyva Sor a Kurd didin.

300 ciwan ji bo alîkariyê bigihînin koçberên ji Efrîn û Şehbayê yên ku ji Tebqa û Reqayê derbasî Kantona Cizîrê bûn, li gel endamên Heyva Sor a Kurd plansaziyê dikin û li qadê karê hevpar dimeşînin.