Astengiyên sûbjektîf û vîna polîtîk
Heke Tirkiye xwe neguherîne û nebe sîstemeke demokratîk a ku li ser bingeha têgihîştina neteweya demokratîk û xweşk û biratiya kurd-tirk ava bûye, wê nikaribe ji pozîsyona welatekî ku her tim di nav qeyranan de dijî û ji hêla hêzên emperyal ve tê bikaranîn derkeve.

Destûreke ku ‘hebûna ebedî ya welat û neteweya tirk û yekparçeyiya dewleta tirk a mezin’ diyar dike û di beşa wê ya destpêkê de hatiye nivîsandin ku ‘tu çalakî nikare li dijî berjewendiyên neteweyî yên tirk, hebûna tirk, yekparçeyiya dewlet û welat, nirxên dîrokî û manewî yên tirkîtiyê, neteweperestiya Ataturk û şoreşên wî derkeve’ astenga herî mezin e li pêşiya naskirina hebûna kurdan û dabînkirina wekheviyê. Li ser vê hîmê yekperest û nîjadperest xweşk û biratî yan wekheviya kurd-tirk nayê avakirin.
Di sala 1839an de di nav osmaniyan de pirsgirêkek avahîsaziyê hebû. Cîhana ramanî ya wê avahîsaziyê bi çîmentoya bawerî û çanda îslamî hatibû honandin. Niha jî heman pirsgirêka avahîsaziyê heye ku bingeha wê di 1923yan de hatiye avêtin. Ramana vê avahîsaziyê jî bi bîrdozî û çanda tirk-îslamî hatiye honandin. Ew ramane ku sed sale li ber paradigmaya wekheviyê li ber xwe dide. Pirsgirêkên bingehîn ên avahîsaziyê tenê bi guherînên bingehîn ên avahîsaziyê tên çareserkirin. Ji ber vê yekê, divê were zanîn ku bi rejîma Mustafa Kemal a di 1923yan de bingeha wê avêtiye wekheviya kurd-tirk pêknayê. Lêgerînên çareserî divê bi zanibûna vî heqîqetê werin destgirtin.
Rêveberên tirk li aliyekî qala xweşk û biratiya kurd-tirk dikin û ji aliyê din ve jî piştgiriya bêsînor didin çeteyên mîna HTŞê da ku kurdan li Sûriyeyê qir bikin û destkeftiyên wan ên polîtîk ji holê rakin. Ev rewşa rêveberên tirk dişibe rewşa rêveberên osmanî yên piştî Reforma Tanzîmatê ku di navbera paradoksa reform û komkujiya mesihiyan de asê mabûn tîne bîra mirov.
Di rastiya xwe de osmaniyan dizanibûn bêyî wekheviya tebaayê nikarin rê li ber parçebûnê bigirin, lewre di mijara reforma sala 1839an de xwedî cidiyetekê bûn. Tevî vê yekê jî wan nekarî wekheviya mesîhî-misilman a ku ragihandibûn di asta civakî û hiqûqî de pêk bînin.
Vîna siyasî û astengiyên civakî-psîkolojîk
Bi mafdarî ev pirs derdikeve pêş, tevî ku rayedarên osmanî xwedî cidiyetekê bûn çima bi ser neketin?
Ji bo pêşdîtina encamên gengaz ên vê pêvajoya berdewam û ji bo analîzkirina wê ya li ser bingeheke zanistî, divê em li ser bersiva vê pirse rawestin. Heke em bersiveke rast nedin vê pirsê, em nikarin pêşeroja wekheviya kurd-tirk bi awayekî rast texmîn bikin û li gorî wê polîtîkayeke bandorker biafirînin.
Divê em ji daxuyaniyên rûberî yên mîna ‘lîstikan dilîzin’ an ‘dixapînin’ dûr bikevin. Ez bawer dikim ku aktorên ku ev pêvajoya xweşk û biratiyê dane destpêkirin, di asta fikarên dewletê de bi qasî rêveberên 1839an cidî ne. Tê dîtin ku burokrasiya ewlehiyê ya tirk ji ‘gefên stratejîk’ bi fikar e û siyasetê ber bi vê helwestê ve dikişîne. Lê dema mirov li pratîka desthilatdarî ya 18 mehî dinêre, serkeftineke rasteqîn a ku ji daxwaza civaka kurd re bibe bersiv û xwişk û biratiya kurd-tirk qayim bike zehmet xuya dike. Ji bo serkeftinê pêdivî bi ramaneke samîmî û aqlêselîm heye. Em dibînin ku hin aktorên di desthilatdariyê de pragmatîzma fêlbazane û aqilmendiya stratejîk tevlihev dikin. Divê were zanîn, hişmeniya ku van herduyan tevlihev dike, ne xwedî hêz û ramana hilberandina çareseriyên cidî mayînde ye.
Wê demê li ber wekheviya mesîhî û misilmanan du astengên mezin hebûn. Lawaziya vîna siyasî û berxwedana qadroyên burokratîk ên pergalê. Lê belê, ya herî krîtîk û girîng ew bû ku ramana wekheviyê di nav piraniya civaka misilman de nehatibû pejirandin. Bi kurtasî, piraniya misilmanan amade nebûn ku bi mesîhiyan re di heman astê de bin. Misilmanên ku ev wekî ‘îhlala îmtiyazan’ dîtin û serî hildan jî hebûn. Di wan salan de, li parêzgehên osmanî yên mîna Sûriye û Erebistana Siûdî, serhildanên li dijî wekheviya bi mesîhiyan re û komkujiyên li ser vî hîmî di rûpelên dîrokê de hatine qeydkirin.
Paradoksa pêvajoyên wekheviyê û statukoyê
Sedema bingehîn a têkçûnê ew bû ku rêveberên Tanzîmatê nekarîn navbereke rasteqîn bixin navbera xwe û cihana hişmendiya Îslamî û pergala dewletê ya berhema wê hişmendiyê. Heke rêveberên îro naxwazin heman têkçûnê dubare bikin divê navbereke bi wate bixin navbera xwe û zihniyeta yekperest û pergala newekhev a ku wê afirandiye.
Di pergala dewleta nû ya piştî şerê rizgariyê hat damezrandin de tirkan îmtiyazên (mafên taybet) mezin bi dest xistin. Di vê pergala nû de îmtiyaza tirk bû sedema marjînalbûna gelên din, azadiya tirk bû sedema ji azadiyê bêparbûna gelên din. Divê tirkên ku xwedî îmtiyaz in vê neheqiyê bibînin û ji bo xweşk û biratiyeke rasteqîn amade bin ku dev ji van îmtiyazên neheq berdin.
Heke banga Bahçelî ya ji bo ‘nasnameyeke neteweyî ya nû’ ya li ser bingeha xweşk û biratiya tirk-kurd û ‘reformên berfireh ji bo xurtkirina yekitiya neteweyî’ kevirên bingehîn ên vê pêvajoya nû bin, divê ev guhertin di Destûreke Bingehîn a nû û demokratîk de cih bigire. Zanista dîrokî hewcedarî bi derxistina dersan a ji şaşiyên rabirdûyê û plankirina rast a pêşerojê ferz dike. Desthilatdarî divê ji têkçûna Reforma Tanzîmatê dersan derxîne û bi vîna siyasî gavan biavêje. Lê mixabin heta niha em hewldaneke desthilatdariyê ya di vê astê de pê bawer nabînin.
Herwiha, ji bo serkeftina pêvajoyê divê em bersiva van pirsên stratejîk bibînin. Di pêvajoya hewla pêkanîna wekhevî ya kurd û tirkan a ji hêla Rêberê Gelê Kurd û Devlet Bahçelî ve tê birêvebirin de gelo piraniya tirkan qebûl dikin ku bi kurdan re wekhev bin? Desthilatdariya ku dibêje em li pişt vê pêvajoyê ne, piraniya tirkên xwedî îmtiyaz qanih kiriye? Gelo dê bikaribe navbereke bi wate bike navbera xwe û hişmendiya 1923yan û pergala wê ya hiqûqî ya yekperest? Gelo dikare pergala sedsalî ya ku çîmentoya wê ji neteweperestiya Ataturk pêk tê û tirkbûnê li ser her kesî ferz dike red bike û biguherîne? Di pêvajoyên berê de hat dîtin ku desthilatdarî heke bixwaze dikare di demeke kurt de raya giştî qanih û amade bike, niha çima naxwaze amade bike? Ger bersiva van pirsan bi wijdanek paqij ‘erê’ nebe ev pêvajo dê bi heman çarenûsa Reformên Tanzîmatê re rû bi rû nemîne?
Çareseriya stratejîk an pragmatîzma demkî?
Li Tirkiyeyê qeyrana rejîmê heye û tespîta burokrasî ya ewlehiyê ya ku dibêje rejîm bi vî halî nikare berdewam bike di asta xwe de rast e û di cih de ye. Lê ji bo çareseriyê divê vîna siyasî biryardariyê nîşan bide. Serketin, ne bi nihêrîna li anketên populîst, bi pêşengiya mîna ya Willy Brandt an Vaclav Havel gengaz e. Çareseriya pirsgirêka kurd ne tenê daxwazeke kurdan e, di heman demê de şertê sereke yê demokratîkbûn û rizgarbûna tirkan bixwe ye jî.
Desthilatdariya niha, li şûna ku civakê ji bo aştiyê amade bike, di bin navê ‘xweşk û biratiyê’ de zimanê şer û tecrîdê berdewam dike. Piştgiriya çeteyên HTŞyê yên li dijî destkeftiyên kurdên Rojava, nakokiya herî mezin a vê pêvajoyê ye. Ev helwest, rêveberên osmanî tîne bîra mirov ku li aliyekî behsa ‘reformê’ dikirin û li aliyê din jî komkujiyên gelan pêk dianîn.
Di pêvajoya ku li ser avakirina dewleta hiqûqî ya demokratîk lihevkirineke giştî hebe, hîn jî bikaranîna zimanê şer, berdewamiya pergala tecrîda Îmraliyê, operasyonên li ser mûxalefetê û neavêtina tu gavên şênber fikarên li ser samîmiyeta çareseriyê kûr dikin.
Nêzîkatiya mîna ‘Emê dîsa kurdan bixapînin û hêza wan ji bo berjewendiyên xwe yên demkî bikar bînin, hewce bike emê bi hêzên din re li hev bikin û wan biperçiqînin’ ne tenê zirarê dide kurdan, zirarê dide bingeha jiyana hevpar a hemû gelên Tirkiyeyê û di serî de jî dide tirkan bixwe. Ev helwest dê hemû Tirkiyeyê ber bi karesateke dîrokî ve bikişîne.
Li Sûriye ya di bin rêveberiya HTŞa bermahiya DAIŞê de çand û nasname ya kurdan tê nasîn. Vîna kurdan esas tê girtin û ew xwe bi rêve dibin. Dewleta tirk a ku dibêje ‘ez demokrat im’ edî nekare di polîtîkaya xwe ya înkarê ya sedsalî de israr bike û bi hişmendiyeke ji ya wan paşdetir, rejîma xwe ya di nav qeyranê de bi rêve bibe. Gelên Tirkiyeyê û di serî de kurd, wê êdî qebûl nekin ku bi hişmendiyeke ji yê wan çeteyan paşdetir werin birêvebirin.
Di encamê de, teşegirtina paşeroja Tirkiyeyê bi biryara serokkomar Erdogan ve girêdayî ye. Wê biryara wî diyar bike ka naveroka 'Sedsala Tirkiyeyê' ya ku ew her tim behsa wê dike dê çawa bê dagirtin. Tirkiyeyek ku li dervayî sînoran jî tehemula hebûna kurdan nake, an jiyaneke hevpar a wekhev?
Bi kurt û kurmancî ev vîzyon bêyî çareseriya pirsa kurd û bêyî demokrasiyeke xurt nabe sedsaleke baş û geş. Dem hatiye ku Tirkiye bingeha sedsala nû li ser ‘Hevpeymana Civakî ya Demokratîk û Wekhev’ ava bike.
Heke Tirkiye xwe neguherîne û nebe sîstemeke demokratîk a ku li ser bingeha têgihîştina neteweya demokratîk û xweşk û biratiya kurd-tirk ava bûye, wê nikaribe ji pozîsyona welatekî ku her tim di nav qeyranan de dijî û ji hêla hêzên emperyal ve tê bikaranîn derkeve.


