Ayşegul Dogan:Divê mafê heviyê di rapora hevpar de cih bigirê

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bi lêv kir ku divê mafê heviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rapora hevpar de cih bigirê û got ku di 27emîn salvegera komploya navdewletî de divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin.

1 deqe xwendin
 Ayşegul Dogan:Divê mafê heviyê  di rapora hevpar de cih bigirê

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan tekildarî geşedanên di rojeve de ne li navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Ayşegul Dogan bi lêv kir ku ew piştî civîna MYKê daxuyaniyê didin û li ser biryarên hatinê girtin, nirxandinên hatine kirin dê agahdariyekê bikin. Ayşegul Dogan bertek nîşanî operasyona girtina li dijî Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) û Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) da û got ku ew operasyon, êrişên ji bo çewisandina muxalefete û tasfiyeyê ne. Ayşegul Dogan diyar kir ji aliyekî ve hewldanên demokratîkbûyinê ji aliyê din vê jî girtina siyasetmedar û rojnamegeran fikaran çêdike û got ku divê desthilat dev ji van sepanan berde.

Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan bal kişand ser geşedanên têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Ji salvegera banga 27ê sibatê re rojên kêm mane. Birêz Abdullah Ocalan di 27ê sibatê de banga dîrokî kir û tevgera wî jî li gorî vê yekê gav avêt. Di salekê de gelek geşedan di pêvajoyê de jî çêbûn. Lê hê jî ji aliyê hiqûqî ve gavên şênber nehatinê avetin. Em li bendê ne ku rapora hevpar amade bibe. Metneke pêşnûme derket. Êdî komîsyon hatiyê asta amadekirina rapora hevpar. Numan Kurtulmuş got divê rumeta gelê kurd û tirk bê parastin. Em jî dibêjin divê rapora hevpar li gor vê yekê be. Bendewariya gel jî ev ê ku hiqûq û edalet pêk were.”

‘Divê şert û mercên birêz Ocalan bên başkirin’

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku ew di salvegera komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne û wiha axivî: “Heke em vê komployê baş nenirxînin em ê nikaribin pêşerojê baş binirxînin. Li ser birêz Ocalan êrişên medyayê hene. Lê paradigmaya jiyana bi hev re ya birêz Ocalan piştî van êrişan careke din bi awayekî şênber eşkere bû. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo êşên derbasbûyî careke din neyên jiyîn bi kedeke mezin tê domandin. Em di salvegera 27emin a komployê de bang dikin ku divê dewlet ji rêzê ve vê pêvajoyê negire dest û divê şert û mercên birêz Ocalan bên başkirin.”

Geşedanên li Rojhilata Navîn

Di berfirehiya axaftina xwe de Ayşegul Dogan bi lêv kir ku şandeya Îmraliyê ya partiya wan bi Serokkomar re hevdîtin pêk aniyê û wiha têkildarî mijarê wiha got: “Di vê hevdîtinê de li ser rapora hevpar a komîsyonê meclisê jî gotebêj hat kirin û hat gotin ku divê rapora hevpar, mafê hemû kesan bihewîne. Her wiha geşedanên li Rojhilata Navîn jî hatin rojevê. 25 TIRên alîkariyê gihiştin Kobanê. Divê li gor pêvajoyê deriyên sînor vebin û sînorên di heşmendiyê de jî hilweşin.”

‘Divê girtiyên siyasî bên berdan’

Ayşegul Dogan derbarê guherîna wezaretên dad û navxweyî de jî ev tişt gotin: “Li Tirkiyeyê daraz tu car xweser nebû. Niha jî wisa ye. Di rewşeke wisa de serdozgerê ku navê wî pir tê nîqaşkirin bû wezîrê dadê. Em jî bang li wî dikin ku li gor mekazagonê tevbigere. Biryarên AHÎMê pêk bîne. Civak jî meraq dike û dişopînê bê ka dê wezîrê dadê li gor hiqûqê tevbigere an na. Ji bo wê jî em dibêjin divê girtiyên siyasî yên bi awayekî dijhiqûqî hatine girtin, girtiyên doza Kobanê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, girtiyên Geziyê li gor biryarên AHÎMê bên berdan.”

‘Mafê hêviyê dê di raporê de cih bigire’

Ayşegul Dogan tekildarî plansaziyên wan ên derbarê 8ê adarê Roja Jinên Kedkar û 21ê adarê Pîrozbahiya Newrozê de xebatên wan didomin. Di dawiya axaftina xwe de Ayşegul Dogan li ser pirsa Mafê Heviyê ya hatiye kirin de bersiv da û diyar kir ku mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di rapora hevpar de cih bigire.