Bahçelî hem banga azadiya fizîkî ya Ocalan dike hem jî êrişê YPGê dike
Serokê MHPê Devlet Bahçelî diyar kir ku divê êdî bersiva gavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û DEM Partiyê bê dayîn û di çarçoveya mafê hêviyê de Abdullah Ocalan azad bibe.

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî. Devlet Bahçelî di axaftina xwe de balkişand ser gavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan avêtine û wiha got: “Heta ku Anatoliya bigihe aramiyê, Ocalan bigihe hêviyê, Ahmet (Ozer) vegere meqamê xwe û Demîrtaş vegere mala xwe biryara me zelal e. Serokê Damezirîner ê PKKê ji 27ê Sibata 2025an ve li ser hemû sozên ku dabûn sekinî? Belê sekinî. Rêxisti fesih kir û çek şewitandin? Ev ferman ji hêla hemû pêkhateyên PKKê ve hat bicihanîn? Belê ev hemû pêk hatin.”
Êrişê YPGê kir
Devlet Bahçelî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rûdanên li Sûriyeyê û êrişî YPGê kir. Devlet Bahçelî ev angaşên bê binî yên der barê rojavayê Kurdistanê û YPGê de anîn ziman: “Hewldana veguhestina rûdanên Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê û provokekirina birayên me yên kurd bi ti awayî ne bi niyeta baş e. Anîna cem hev a birayên me yên kurd û rêxistina YPGyê xefleteke mezin e. Li Sûriyeyê paradîgmayeke nû û avadaniyek nû çêbûye. Ev rewş armanceke ku dihat payîn e.”
Devlet Bahçelî derbirî ku li Sûriyeyê derfetek çêbûye ku ereb, kurd, tirkmen û gelên din di nav yekîtî û wekheviyê de bijîn. Herwiha Devlet Bahçelî li aliyekê behsa xweşk û biratiya kurd û tirkan kir û li aliyê din jî piştgiriya gelê kurd a ji bo rojavayê Kurdistanê0 û şermezarkirina li dijî çeteyên cîhadîst aciziya xwe anî ziman.
Devlet Bahçelî di berewamiya axaftina xwe de wiha got: “Yên ku nefretê diçînin dê bixesirin, yên ku fitneyê derdixin dê bixesirin, yên ku dixwazin xweşk û biratiya tirk û kurdan xera bikin dê bixesirin. Tirk yên me ne, kurd yên me ne. Miletê kurd em bi xwe ne û em hemû ne.”
Devlet Bahçelî di dawiya axaftina xwe de îdia kir ku heta mafên mirovan û azadî bi temamî werin bicihkirin, ew dê têkoşîna xwe bidomînin.


