Banga şehîdan: Berxwedan
Xweza li ser dijberiyê hatiye avakirin. Her hebûn/heyîn di gerdûnê de xwedî dijbera xwe ye. Di fîlozofiyê de ji vê re diyalektîk tê gotin û ji dijberan re jî tez û antîtez tê gotin.

Xweza li ser dijberiyê hatiye avakirin. Her hebûn/heyîn di gerdûnê de xwedî dijbera xwe ye. Di fîlozofiyê de ji vê re diyalektîk tê gotin û ji dijberan re jî tez û antîtez tê gotin. Ev tez û antîtez li hev zor dikin da ku hevdû tune bikin, lê ti caran ev nikarin hevdû tune bikin. Tenê tez û antîtez qadê li hevdû teng dikin, lewre carinan tez û carinan jî antîtez qada xwe fireh dike. Di encama pevçûna di navbera tez û antîtezê de sentez derdikeve. Sentez li gorî qada fireh teşe dikire û berdewamiya wê domdartir dike. Di dîroka kurd û Kurdistanê de jî berxwedan û teslîmbûn du têgihên sereke ne û tez û antîtezên hev in. Ev her du têgih di dîroka kurd Kurdistanê de xwedî roleke pir mezin in. Lewre mirov nikare wekî du têgihên ji rêzê bigire dest. Ango ev her du têgih di dîroka kurd û Kurdistanê de xwedî rih, hest û raman in. Di teşegirtina nasname, ax, hebûn, çand û zimanê kurdî rola van têgihan bi awayekî aşkere derdikeve pêşiya civaka kurd. Ji ber vê jî pêwîst e ku analîzeke berfireh li


