Bernameya 21ê sibatê Roja Zimanê Dayîkê hat eşkerekirin

Saziyên Zimanê Kurdî, Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên navendî bi boneya 21ê sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bernameyên xwe yên amade kirine bi raya giştî re parve kirin. Di bernameyê de xebatên cûr bi cûr hene

1 deqe xwendin
Bernameya 21ê sibatê Roja Zimanê Dayîkê hat eşkerekirin

Saziyên Zimanê Kurdî, Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên navendî yên Peyas, Rezan, Sûr û Yenîşehîrê bi boneya 21ê sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bernameyek berfireh amade kirin û naverok û rojên bernameyê bi raya giştî re parve kirin. Di bernameyê de ji xebatên hişmendiyê bigire heta şanoyê, ji panel, semîner û forûmê bigire heta gotubêjan ji meş û daxuyaniyan bigire heta serdana dikandaran xebatên cûr bi cûr dê bên kirin.

Bernameya 21ê sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê wiha ye:

16ê sibat roja Duşemê

Şaredariya Peyasê dê serdana dikandaran bike
Cih/Dem: Bazara li ber AVMya Ceylanlarê: Saet 11.00

Şanoya bi navê “Dek û Dolabên Scapen”
Cih/Dem : Çand Amed / Saet :13.00
(Tenê jin beşdar dibin)

Standa ji bo hişmendiyê
Cih/Dem : Ceylan AVM / Saet :17.00 -19.00

17ê sibat roja Sêşemê

Şaredariya Rezanê dê serdana dikandaran bike
Cih/Dem: Kolana Aram Tîgran û Bazara wê: Saet: 13.00

Standa ji bo hişmendiyê
Cih/Dem : Herêma Saglik ocagi, navçeya Rezan / Saet :13.00 -15.00

Bi tevlibûna helbestvan Rênas Jiyan dê li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Amedê gotubêjek bê kirin, helbest bên xwendin û pirtûk bên îmzekirin. Saet :15.30

18ê sibatê roja Çarşemê

Şaredariya Yenişehirê dê serdana dikandaran bike
Cih/Dem: Cadeyên Ekinciler û Gevranê.

19ê sibatê roja Pêncşemê

Şaredariya Sûrê dê serdana dikandaran bike
Cih/Dem: Cadeya Melîk Ahmedê

Standa ji bo hişmendiyê

Cih:Mizgefta Mezin /Sûr / Saet :12.00-15.00

Fîlm

Zimanê Dayikê- Serkew Mesgarî (Belgefîlm)

Xewna Bêziman- Mazlûm Baran (Kurtefîlm)

Cih: ÇandAmed, Saet :20:00

20ê sibatê Roja Înê

Ji UNESCO, Serokwezîr û Wezaretên Perwerdehiyê yên Navneteweyî re dê di pêşengtiya Meclisa Ziman a Zazakî re ji bo ku pêşî li windabûna zimanê Zazakî bê girtin name bên şandin.

Cih: Li Postaneya Sûrê ya Mezin Saet : 12.00-13.00

Şano: Hişê Min Tev Li Hev bû ( Ji bo zarokan)

Cih: ÇandAmed/ Saet : 11.00

Vekirina Parka Gulistana Zimanan
Daxuyaniya ji bo 21ê Sibatê

Cih/Dem: Parka Gulan Saet : 14:30

Stand up: Dawiya Dawî/Ozcan Ateş

Cih: ÇandAmed: Saet : 20:00

21ê sibatê roja Şemiyê

Meş û Daxuyanî

Cih: DBP, Oryil, Rezan / Saet : 12.00

Panela bi navê “Zimanê Dayikê û Perwerde”

Dr. Yasemin Oral Saribaş: Zimanê Dayikê Çi ye? PaşxaneyaDîrokî ya 21’ê Sibatê û Îro

Prof. Dr Bulent Bilmez: Bi Rehendên Asoyî û Stûnî di ÇarçoveyaPirîneparêziya Zimanî de Zimanên Tirkiyeyê û Mafparêzî

Prof. Dr. Christoph Schroeder, Dr. Salîm Orhan, Dr. Cuma Çîçek, Dr. Bahar Onguç

Cih: ÇandAmed Saet :13:30-15:30

15.30-15.45 Navber (Coffee-Break)

Forum: Zimanên di Bin Talûkeyê de

Dr. Ronayî Onen (Moderator: kurmancî), Denîz Gunduz (Kirmanckî), Firat Mercan (Ermenkî)

Îrfan Çagatay (Lazî), Salîba Açîş (Suryankî) , Emel Ozdemîr (Çerkezî), Mahîr Ozkan (Hemşînî)

Cih: Çand Amed, Saet : 15:45-17:15

Konsera Pirzimanî Mamoste û Şagirtên KonservatuwaraAram Tîgran Stranên bi kurmancî, kirmanckî, ermenkî û suryankî

Cih: Çand Amed: Saet: 20:00

22yê sibatê roja Yekşemê

Şano: Hişê Min Tev Li Hev Bû (Ji bo Zarokan)

Cih: Çand Amed/ Saet :13:00

Semîner ji bo malbatan

Cih: Çand Amed / Saet : 13.00

Helbestên Jinên Berxwedêr (xweser)

Cih/: Çand Amed / Saet :15.00

25ê Sibatê roja Çarşemê

Belgedayîna Şagirtên MED-DERê

Cih: Çand Amed / Saet : 17.30”

Her wiha sibê (13ê sibatê) dê bi boneya 21ê sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê saet di 12.00an de li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dirûşma “Statuya kurdî perwerdehiya bi kurdî” deklarasyon bê eşkerekirin.