Berxwedana Reş

Kuştina ciwanê Reş ê bi navê George Floyd û bertekên li dijî vê kuştinê dîroka tevgera hemwelatiyên Reş ên li DYA’yê û têkoşîna wan a ji bo wekhevî û azadiyê ji nû ve xist rojeva mirovahiyê.

1 deqe xwendin
Berxwedana Reş

 

Kuştina ciwanê Reş ê bi navê George Floyd û bertekên li dijî vê kuştinê dîroka tevgera hemwelatiyên Reş ên li DYA’yê û têkoşîna wan a ji bo wekhevî û azadiyê ji nû ve xist rojeva mirovahiyê. Ji dirûşma ‘kesên Reş jî mirov in’ heta dirûşma ‘jiyana mirovên Reş bi qîmet e (Black Lives Matters)’ çend nifş derbas bûn; çend mirovên reş bûn qurban; lê nijadperestiya spî û cureyên wê hîn jî xelas nebûn.

Di sala 1955’an de roja 1’ê kanûnê jina Afroamerîkan a bi navê Rosa Parks ji ber ku li seyareya giştî (otobês) de ji cihê xwe ranebû û rê neda keseke spî ji otobêsê hat peyakirin û dû re polîsan ew binçav kir. Tê dizanîn li Amerîkayê heta sala 1964’an zagona ‘jihevcudakirina nijadan’ derbasdar bû. Li gorî vê zagonê hemû cihên jiyanê yên mirovên Reş û spî ji hev hatibûn veqetandin. Kesên Reş nikaribûn tev li war û jiyana mirovên spî bibin. Heta hemû der bi nivîsên wek ‘tenê ji bo spiyan (Whites only)’ an jî ‘tenê ji bo rengînan (Coloreds only)’ hatibûn destnîşankirin. Rêwîtiya seyareyan jî li gorî vê zagonê hatibû sererastkirin. Ango mirovên spî li pêş û yên Reş li paş rûdiniştin. Her wiha mirovên Reş dikaribûn li cihê navîn rûnên, lê dema keseke/î spî siwar bibûna mecbûr bûn cihê xwe bidin kesa/ê spî. Rosa Parks li dijî vê zagona nijadperest helwesta xwe nîşan dabû û ev çalakî bû sembola têkoşîna Tevgera Hemwelatiyên Reş. Piştî çalakiya Rosa Parksê demeke dirêj mirovên Reş wek protesto li seyareyên giştî siwar nebûn. Protesto û boykotên hemwelatiyên Reş demek şûn de encam dan û rayedar neçar man di seyareyên giştî de jihevcudakirina li gorî nijadan rakin. (Dixwazim li vir kevanekê vekim û keda Claudette Colvin bidim xuyakirin. Lewre 9 meh beriya Rosa Parksê, Colvin heman çalakiyê di seyareyeke giştî de pêk anîbû. Lê ji ber ku Colvin ducanî bû û nezewicandî bû, tevgera Reşan bi fikara ku dê ducanîbûna Colvinê girîngiya çalakî û tevgerê kêm bike, çalakiya wê dernexistin pêş.) Împaratoriya tirsê bi wêrekiya jinekê hilweşiyabû. Di salên paş de gelek xelat dan Rosa