Bi deh hezaran Kurd li Ewropayê daketin qadan

Bi deh hezaran Kurdistanî û dostên kurdan li Koln, Berlîn û Osloyê yên Ewropa meşên girseyî li dar xistin û piştgirî dan Rojava.

1 deqe xwendin
Bi deh hezaran Kurd li Ewropayê daketin qadan

Piştî HTŞê û komên çeteyan ên girêdayî Tirkiyeyê êrîşên xwe yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û bajajarên kurdan ên Rojava zêde kirin, gel 2 rojan li çar parçeyên Kurdistanê û ewropayê bi şev û roj li qadan çalakiyan li dar dixin. Îşev jî bi deh hezaran kurd û Kurdistanî li bajarên Koln, Berlîn û Osloyê li hev kom bûn û meşên girseyî li dar xistin. Kurd û Kurdistaniyan di çalakiyan de bê navber dirûşmeyên ku piştevaniya Rojava dikin berz kirin û alên YPG, YPJ û HSTê rakirin. Girseyên ku daketin qatan bang li saziyên mafên mirovan û Yekîtiya Ewropayê kirin û xwestin li dijî van êrîşên li ser gelê kurd bêdeng nemînin.

Li Lozanê jî bi heman armancê bi hezaran kom bûn û êrîşên li ser Rojava şermezar kirin.