Bi deh hezaran Kurdistanî li Ewropa meşiyan

Bi deh hezaran kurd û Kurdistanî li Bajarên Stuttgart, Berlîn, Koln û Munihê kom bûn û êrîşên HTŞ, DAIŞ û SMO ku Tirkiye piştgiriyê dide wan şermezar kirin û piştgirî dan gelê Rojava.

1 deqe xwendin
Bi deh hezaran Kurdistanî li Ewropa meşiyan

Gelê kurd û Kurditanî her şev li bajarên Ewropa li dijî êrîşên çeteyên HTŞ, DAIŞ, SMO, Emşat, Hemzat û Sultan Murad ên ku Tirkiye, Fransa Katar, Îsraîl û Amarîka piştgiriyê dide wan meşên girseyî li dar dixin. Îşev jî bi deh hezaran kurd û Kurdistanî li bajarên Berlîn, Stuttgart, Koln û Munihê kom bûn û bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî”, “Yek e, yek e yek e, Kurdistan yek e” û “Bijî berhxwedana Qamişlo” berz kirin û meşiyan. Girseyê di meşê de alên YPJ, YPG, Kesk, sor û zer” vekirin û dowîzên “Jin Jiyan Azadî” û “Her şehîdek kurd çîrokek e” rakirin. 

Bi deh hezaran Kurdistaniyên ku li Stuttgart, Berlîn, Muhin û Kolnê meşiyan bê navber srûdên neteweyî xwendin û stran gotin.