Bi dorpêçkirina Kobanê tenduristiyê dorpêç dikin

HTŞ û DAIŞ êrîşên li ser Kobanê berdewam dikin. Ji ber êrîş û dorpêça komên çete yên ku hêza xwe ji Tirkiyeyê digirin, li bajêr, ceyran, av, qut dibe. Bi qutbûna ceyranê derman û sotemenî jî xelas dibe. Nexweşxaneya Şûştûna Gurçikan êdî nikare xizmetê bide welatiyan.

1 deqe xwendin
Bi dorpêçkirina Kobanê tenduristiyê dorpêç dikin

Nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) derbasî Nexweşxaneya Şûştina Gurçikan a bajarê Kobanê ya kantona Firatê bû. Nûçegîhanên ku ketin nexweşxaneyê dîmenên ku rewşa nexweşxaneyê diyar dikin parve kirin. Hat dîtin ku ji ber dorpêça Kobanê êdî nexweşxane nikare xizmetê bide nexweşan. Nêzî hefteyekê ye, çeteyên HTŞ û DAIŞê ku hêza xwe ji Tirkiyeyê digirin; bi hemû cureyên çekên giran, topavêj, tank, ÎHA û SÎHAyan bajarê Kobanê û gundewarên bombe dikin. Ji ber êrîşan ceyran, av, înternat û sotemenî qut bûye. Ji ber êrîşên li ser gundan, welatiyên gundan jî berê xwe dini bajarê Kobane. Dorpêç bandora xwe li ser xizmeta tenduristiyê jî dike. Rewşa tenduristiyê li hundirê bajêr her ku diçe xirabtir dibe. Ji ber ku derman li nexweşxane, dermanxane û navendên tenduristiyê gelekî kêm bûne, di heman demê de Nexweşxaneya Şûştina Gurçikan jî li ber girtinê ye, 30 nexweşên gurçikan bi xeteriyê re rû bi rû ye. Rêveberê beşa şûştina gurçikan a Nexweşxaneya Miştenûr Mihemed Osman, ji ANHA re zehmetiyên nexweşan şîrove kirin. Mihemed Osman ani ziman ku ewê di rojên pêş de piştî ku derman nemînin Nexweşxaneya Şûştina Gurçikan bigirin û got: “Niha ji ber qutbûna kehrebê, em jenetoran pê dixin. Lê mazotê jî li ber xelasbûnê ye."

Mihemed Osman bang li rêxistinên mirovî û welatên Ewropî kir ku bi lez destwerdanê bikin da ku dorpêça li ser bajarê Kobanê were rakirin.”