Bi hezaran kes li Êlihê ji bo Rojava meşiyan

Bi daxuyaniya di meşa li dijî êrîşên li ser Rojava hat dayîn de, wiha hat gotin, "Zîhniyeta DAIŞê li dijî gelê kurd jenosîd daye destpêkirin. Zîhniyeta HTŞê û zîhniyeta DAIŞê yek e. Êrîş ne biryarek ji aliyê HTŞê ve hatiye dayîn e. Êrîş bi biryarek li Enqerê hatiye dayîn tên kirin."

1 deqe xwendin
Bi hezaran kes li Êlihê ji bo Rojava meşiyan

Li Êlihê, di bin banê Platforma Saziyên Demokratîk de meşek li dijî êrîşên li ser Rojava hat lidarxistin. Bi hezaran kes li ber World Mar a li navenda bajêr kom bûn û ber bi Parka Jinan a 8ê Adarê ve meşiyan. Di meşê de, dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin û pankartek bi nivîsa "Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye, teslîm nabe" hat nîşandan. Bi hezaran kesan di tevahiya meşê de dirûşme berz kirin û bi çepikan jî bertek nîşanî êrişan dan. 

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) ya bajarê Êlihê Azat Esîn, destpêkê axivî û bal kişand ser komkujiyên li Rojava û banga zêdekirina hevgirtinê kir.

‘Kurd li çar aliyên cîhanê li ber xwe didin’

Piştre Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk ê Giştî (DBP) Keskin Bayindir axivî û got, "Min silavên gelê Rojava, ku bi rojan e bênavber li ber xwe dide, anî Êlihê. Bi milyonan kurd niha li gelek deverên cîhanê û li her çar beşên Kurdistanê li ber xwe didin. Bijî berxwedana gelê kurd. Zîhniyeta nemirovane ya DAIŞê li dijî gelê kurd jenosîd daye destpêkirin. Zîhniyeta HTŞ û DAIŞê wek hev in. Êriş ne biryarek ji aliyê HTŞê ve hatiye dayîn e. Êriş bi biryarek li Enqerê tê kirin."

Daxuyanî bi dirûşma, “Yek e yek e Kurdistan yek e” û bi tilîliyan bi dawî bû.