'Bihuşta Xezalan' newayeke efsûnî ye
Di çîrokên serdemên dêrîn de, gelek caran bi dengekî, bi newayeke efsûnî qehreman derbasî cîhaneke efsûnî dibe.

Di çîrokên serdemên dêrîn de, gelek caran bi dengekî, bi newayeke efsûnî qehreman derbasî cîhaneke efsûnî dibe. Di serî de sawek li ser e, bi gavên sist diçe û paşê wekî xwezaya li ser dimeşe nas kiribe bawerî têyê. Dide pey deng û dest bi rêwîtîyekê dike. Di wê rêwîtiyê de, pêrgî gelek tiştan tê û hêdî hêdî dar û ber û tiştên derdikevin pêşberî wan bi bîr tînin û nas dikin. Dema baş pê bawer dibe ku wan tiştên dîtiye di cîhana dîtir de nas dike, êdî bi kêf li pey wê newaya efsûnî baz dide. Wê demê deng ne tenê di guh de ye êdî… Hemû ruh radipêçe.
Romana bi navê BIHUŞTA XEZALAN a Eyşana Beravî jî bi wê newaya efsûnî mirov ber bi xwe ve dikişîne û heta dawiya romanê ew sewt nahêle tu dev jê berdî. Efsûna di romanê de bi xezalekê dest pê dike û ber bi bihuşteke nas ve diçe. Rastî û xeyal anku efsûn her mîna paradoksekê bi hev re hatiye honandin. Mîr Xalid Beg, hêz e, desthilatî ye… Di gelek cihan de aqil e, zanîn e û heta radeyekê hukmê xwezanînê ye. Pîresêr (pîra sêr) li dilovanî û tirs e. Mîrxeyal, jina ku dikeve dirûvê heyvê, rastiya û nistiya di mista Hesenê Gavan de çîrokên di nav çîrokê de ne. Metneke parçekirî bi çîrokên rastî û xeyalî bi hev ve hatine kelijandin. Bi kelijandina çîrokên di nav romanê de, xwendevên ber bi zarokatiyeke dûr ve dibe. Di navbera hebûn û tunebûnê de çûn û hatinek ‘efsûnî’ xwendevan çalak dihêle.
Roman wekî rêwîtiyeke ber bi zemanekî ne diyar ve di nav mista Hesenê Gavan de, berê mirov dide newaleke antîk û bideng û sewteke nişmî heyv û xezal dibin hevrêyên xwendevên.
Bi her newaya ku ji Bihuşta Xezalan ber bi dil û mejiyê mirov de olan dide, hesta ku evîn û şadî ji jiyana rastî dûr e li aliyê xeyalî jî hestiyên evîn û evîndaran li ser hev bûne lod. Bi vegotineke gelêrî, evînên şikestî di rûyê heyveke çardehşevî de wekî derzekê xwe dide der.
Di romanê de du ferhengên paradoksî hene. Wekî rastî û xeyalî, wekî qencî û hêrsê, evîn û îxanet, duristî û xapandin… Lê derê her du ferhengan


