Bilindkirin û mezinkirina tekoşînê

Têkoşîn bi qasî dîroka mirovahî kevn e. Gelek awayên têkoşînê hene. Di destpêkê de mirovan li dijî şert û mercên zor ên xwezayê têkoşiya ne.

1 deqe xwendin
Bilindkirin û mezinkirina tekoşînê

Têkoşîn bi qasî dîroka mirovahî kevn e. Gelek awayên têkoşînê hene. Di destpêkê de mirovan li dijî şert û mercên zor ên xwezayê têkoşiya ne. Piştre awayên têkoşînê berfireh bûne û bi avabûna pergalên siyasî re jî li hemberî van pergalan têkoşîn hatiye domandin. Di pergalên siyasî yên neheqî û zordarî serdest bûyî de têkoşînîn li ser bingeha azadî, serwerî û neqiyê pêş ketine. Bêguman têkoşîn ne tenê di qada siyasî de, her wiha di qadên cur bi cur de pêş ketiye. Hê jî tê kirin. Di meseleyên fîlozofiyê de ramanên cuda li dijî hev têkoşiyane û her ramanê xwestiye ku li dijî ya din serdest bibe. Ango têkoşîn parçeyek ji jiyanê ye û her wiha tişteke jiyanî ye jî. Têkoşîn ji bo parastina mirovahî, mirov û hemû nirxên civakî pêwist e. Heke li hemberî zor, serdestî û desthilatdariyê têkoşîn nebûya wê ji dinya û nirxên mirovahiyê gellek tişt kêm bûbana.

Dîroka kurdan jî tijî têkoşîn û serhildan e. Bi taybetî jî bi pergala netew-dewletan û parçekirina Kurdistanê ya di nav van dewletan re kurdketine nav têkoşîneke domdar. Kurd bi gellek awayan û bi amûrên cuda li hemberî pergalên qirker têkoşiyane. Li ser meselê parastina zimanê kurdî bi serê xwe awayekî têkoşînê ye. Kurdan li hemberî hemû dagirkeran li ber xwe dane û serî hildane. Wekî mînak li Rojhilat têkoşîna Qazî Mihemed, li Bakur serhildana Dêrsîm û Agiriyê hwd. Di encamê van têkoşînên li hemberî dagirkeran de têkoşîna Başûr û Rojavayê Kurdistanê heta astekî gihiştine armanca xwe. Bakurê Kurdistanê jî di pêşengiya tevgera azadiya Kurdistanê de 50 sal in ku têkoşîneke bêhempa tê meşandin. Di vê têkoşînê de dewleta dagirker gellek komkujî û kuştin pêk anî. Her wiha dewleta dagirker li hemberî kurdan gellek cureyên qirkirinê yên dijmirovane yên wekî valekirin û guhertina navên gund û bajaran, qedexekirina çand û zimanê kurdî, binavkirina deverên dîrokî hwd. pêk anî. Bi kurt û kurmancî dewleta dagirker ji bo tunekirina kurdan çi jê hat texsîr nekir. Lewra tevgera azadiya Kurdistanê jî li hemberî van polîtîkayên tunekirin