Çapemenî, dans û dagirkerî
Roja 22’yê Nîsanê, Roja Rojnamegeriya Kurdî bû. Bi boneya rojê cigîra rêveberê giştî yê ragihandin û çapemeniyê yê -Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Niyan Ehmed di kanaleke...

Roja 22’yê Nîsanê, Roja Rojnamegeriya Kurdî bû. Bi boneya rojê cigîra rêveberê giştî yê ragihandin û çapemeniyê yê -Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Niyan Ehmed di kanaleke televîzyona herêmê de behsa amarên çapemeniyê kir. Li gorî amarên fermî yên ji aliyê Niyan Ehmed ve hatin parvekirin, li başûrê Kurdistanê; 31 kanalên ezmanî, 127 televîzyonên xwecihî, 145 radyo, 686 kovar, 257 rojname, 35 malper hene. Di heman demê de 6 hezar 807 endamên sendikaya rojnamevanên Kurdistanê hene.
Di cihekî wekî başûrê Kurdistanê de heyîna evqas dezgeh û sazî ne kêm e. Bêguman, ev bi navê medyaye kurdî destkeftek mezin ne. Ger ev derfet rast bên bikaranîn, dikarin bi agahdarkirin, perwerdekirin û bipêşxistina rast a ji bo civakê bi roleke sereke rabin. Ku medyaya kurdî di dîroka xwe de li dijî dagirkerî, mêtingerî û koletiya li ser ax û gelê Kurdistanê tê meşandin her tim bûye xwedî rol û peywireke neteweyî û di vê mijarê de berdêlên mezin jî dane. Bi dehan rojnamegerên kurd îro jî li girtîgehan girtî ne, rojnamegeriya kurdî xwedî kevneşopiyeke berxwedaniyê ye. Ji bo parastina ax û gelê xwe, nirx û azadiya civaka xwe rojnamegeriya kurdî bi sedan şehîd û qurbanî dane. Lê mixabin di roja me ya îro de mirov şopên vê kevneşopiya rojnamegeriya kurdî li başûrê Kurdistanê wekî tê xwestin nabîne. Bêguman, di vê de rola yasa û hikûmetê, siyaset û hizbên kurdî jî heye. Lê ger mirov lewaziya bi vê rola dîrokî ya rojnamevanên kurd bi van egeran tenê ve bigire dest, wê demê mirov nikare behsa rewşenbîriya mirovên rojnameger bike.
Hefteyek berê du ciwanên ereb li bajarê Silêmaniyê li pêşiya kafeyekê dansa salsa kirin. Bi belavbûna dîmenê van her du ciwanan re, bi rêya medyaya civakî û giştî ya başûrê Kurdistanê, hema bêje civaka Başûr bû du beş. Bi rojan ev mijar hat axaftin. Gefa şewitandina kafeyê hat kirin, xwediyê kafeyê ji bo lêpirsînê gazî asayîşê hat kirin û piştî wê rojekê li cihê her du ciwanan lê dans kir, ji aliyê komek qelebalix


