Cenazeyê şehîd Ehmed Hêmin Omer yê başûrî hat veşartin
Li Kerkûkê bi sedan kesan bi merasîmekê cenazeyê şehîd Ehmed Hêmin Omer li Goristana Rehîmawa veşart.

Bi tevlibûna sedan kesan, şehîd Ehmed Hêmin Omer ku di 27ê çileyê de li rojavayê Kurdistanê, di berxwedana li dijî çeteyên HTŞ-DAIŞ û dewleta tirk de şehîd bibû, li Kerkûkê spartin axê.
Cenazeyê şehîd bi beşdarbûna malbat, welatiyan û kesayet û aliyên siyasî, li goristana Rehîmawa ya li bajarê Kerkûkê spartina axê.
Dayika şehîd Ehmed ji Rojnewsê re axivû û got: “Em bi kurê xwe serbilind in. Beşdarbûna ewqas welatiyan di merasîmê de xema me sivik kiriye.”
Ehmed Hêmin Omer kerkûkî ciwaneke yê kurd ê leheng ê bajarê Kerkûkê, hemû sînorên bi dest hatî çêkirin hilweşand û xwe gihande berxwedana dîrokî ya rojavayê Kobanê. Ehmed Hêmin Omer li gel komeke ciwanên azad û welatparêz ê bajar, 20ê çileyê tevli seferberiya li Rojava bûn. Li gorî daxuyaniya Komîteya Seferberiya Rojavayê Kurdistanê roja 27ê çileyê li eniyên berxwedanê li bajarê Hesekê şehîd bû.


