Çeteyên HTŞê 2 welatiyên Efrînê kuştin
Çeteyên HTŞê li Efrînê jinek û li Reqayê ciwanek kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye diyar kir ku li çatrêya gundê Keferdela Jêrîn ê bajarê Cindirêsê yê girêdayî Efrînê, cenazeyê jinekê hat dîtin.
Rêxistinê destnîşan kir ku ciwanê Kurd ê bi navê Masûd Mihemed Reşîd ê ji gundê Cela yê bajarê Raco yê Efrînê, beriya 10 rojan dema ji Reqayê ji ber êrişan koçber dibû, bi destê çeteyên HTŞê hat kuştin.
Rêxistinê diyar kir ku cenaze li gundê Masûd hat veşartin.


