Cîhanê berxwedana kurdan dît
Hevseroka TEV-DEMê Remziye Mihemed, rewşa Rojava û dorpêça li ser Kobanê nirxandin kir û got: “Ji bo peymana 30yê çileyê têkeve meriyetê, divê hêzên navdewletî bêdeng nemînin. Divê mafên gel ên çand, nasname, perwerde û ewlehiyê nas bikin. Gelê kurd li dijî êrişan berxwedaneke dirokî nîşan da û cîhanê êdî sekn û berxwedana kurdan dît.”

Piştî ku Hikûmeta Şamê ya Demkî û HTŞê êriş zêde kirin, HSDê hêzên xwe ji Dêr Hafir, Reqa û Tebqayê vekişandin. Rêveberiya Xweser li dijî êrişan seferberî îlan kir û hemû gelê kurd li çar aliyên cîhanê daketin qadan. Piştî sekna gel, di 30yê çileyê de di navbera Rêveberiya Xweser-HSD û Hikûmeta Şamê-HTŞê ya Demkî de peyman hat îmzekirin. Li ruxmê peymanê dorpêça li ser Kobanê didome.
Hevseroka TEV-DEMê Remziye Mihemed, der barê rewşa dawî ya piştî peymana 30yê çileyê de nirxandin kir. Remziye Mihemed anî ziman ku ji bo peyman têkeve meriyetê, hemû hêzên li Rojava yên Rêveberiya Xweser û hêzên parastinê gelek hewl dan û didin û wiha got: “Bi taybet HSDê ji bo ku hemû xalên peymanê gav bi gav pêk bên, di nav hewldanên mezin de ye. Ji bo şerekî mezin û navxweyî rû nede, hêzên xwe vekişandin. Hêzên leşkerî ji milê Dêr Hafir, Tebqa û Reqayê vekişandin. Rêveberiyên Rojava her tim ji bo peymana 10ê Adarê û herî dawî peymana 18ê Çileyê pêk bê, ket nav hewldanan. Her tim xwest rê li pêşiya şerê di navbera kurd û ereban de bigire.”
Xwestin şerê gelan bi pêş pêxin
Remziye Mihemed da zanîn ku hêzên girêdayî Wezareta Hundirîn ên Şamê, ji bo bi awayekî ewle derbasî milê Hesekê, Cizîr, Kobanê û Qamişlo bibin, civîn pêk hatin û got: “Piştî van civînan endamên hêzên wezareta hundirîn derbasî cihê nû bûn. Bi awayekî aram derbasî cihên xwe bûn. Ji bo gavên peymanê neyên avêtin plan û lîstokên mezin hebûn. Me ev li Hesekê dît ku çawa êrişê mezin pêk hatin. Xwestin tirseke mezin têxin dilê gelê Hesekê ku şerekî mezin pêk bê. Ji bo peyman pêk neyê gelek provokasyon derketin. Ji bo peyman vala derketeve gelek hewldanên dijber bi pêş ketin. Lê li dijî vê yekê hewldaneke hêzên kurd a mezin hebû. Ji bo şerekî navxweyî dernekeve amadekariyên mezin kirin. Li dijî peymanê hewldanên komployeke mezin heye.’’
Kobanê di tecrîdê de ye
Remziye Mihemed diyar kir ku gelê Kobanê di tecrîdeke mezin de dijî û wiha domand; ‘’Pirsgirêka xwarin, av û ceyranê û xizmeta tenduristiyê heye. Peydakirina şîrê zarokan pir zahmet e. Gelê Kobanê êdî ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanê rastî zehmetiyên mezin tê. Tecrîd û çembera li ser Kobanê zirakeke mezin dide peymanê. Lê li dijî vê yekê berxwedaneke mezin heye. Ji bo şikandina çemberê têkoşîneke mezin heye.”
NY û mafên mirovan bêdeng in
Remziye Mihemed bal kişand ser bêdengiya dewletan û saziyên mafên mirovan û wiha lê zêde kir: “Li hemberî êrişan û ambargoyê, hêzên mafên mirovan bêdeng in. Dewlet û saziyên cîhanê bêdeng in. Ev tê wateya ku destê hêzên navdewletî jî di komployê de heye. Li dijî vê yekê em ê bi vîna têkoşînê ji tunebûnê hebûnê ava bikin.”
Cîhanê sekna kurdan dît
Remziye Mihemed da zanîn ku êdî di siyaseta cîhanê de jî hin guhertin hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êdi her kesî vîna gelê kurd a li dijî komplo û êrişan nas kir. Tevahiya cîhanê sekna jin, ciwan û gelê kurd a li dijî DAIŞê nas kir. Ev hêzên DAIŞê ku ji kontrola şervanên HSDê derketin ji bo cîhanê xeteriyeke mezin ava dike. Ev xeteriya hêzên çeteyên hatin berdan dê bi salan li ser cîhanê bidome. Ev hêz dê rê li pêşiya xeteriyên komkujiyan vebikin.
Niha li Hesekê waliyê ku li nav kurdan û ereban tê qebûlkirin hate hilbijartin. Bi vê yekê baweriya li hemberî rêveberiya gelê kurd zêdetir dibe. Ev nîşan dide ku dê li berdêlên hatin dayîn xwedî bê derketin. Divê bi vê peymanê re hemû dîlên hatine girtin tev bên berdan. Bi siyaseta înkar û qirkirinê dê ti carê baweriya gel bi hikûmetê neyê. Ji bo bikaribe xwe îspat bike, divê xalên peymanê têxe meriyetê. Ji bo vê yekê divê mafên ziman, çand, perwerdehiyê bên parastin.”


