Çîroka evîneke utopîk: Cîm û Gulperî - II

Min herî dawî gotibû ‘Cegerxwîn êdî komunîstekî nestêleye lew’ û derheqa komunîstiya wî de gelek bend û nivîs hatine nivîsandin, her weha bi tenê li ser vê ranêzîkbûna wî ya mêjûyî, di saxiya wî de...

1 deqe xwendin
Çîroka evîneke utopîk: Cîm û Gulperî - II

Min herî dawî gotibû ‘Cegerxwîn êdî komunîstekî nestêleye lew’ û derheqa komunîstiya wî de gelek bend û nivîs hatine nivîsandin, her weha bi tenê li ser vê ranêzîkbûna wî ya mêjûyî, di saxiya wî de gelek hevpeyvîn jî pê re hatine kirin, yên ku exleb bîrdoziya wî derxistine pêş, wekî çawan veguheriye û berê xwe –helbet wek wan– daye şewq û şemala ji Ûrisetê belavî cîhanê bûyî. Lê ka haya Bolşevîkan ji wî hebû? Ji berhemdariya wî, ji helbestên wî, ji jiyana wî ya ji serî heta dawî xebt û koş, kefteleft û têkoşîn bû, hebû gelo? Ma pirtikek ji wê şewq û şemalê para wî nîn bû!? Ji Nifşê Zîvîn ya edebiyata Sovyetiyê? Çi ku ji hingê ve–ji hinga ku dinya tep bûbû– çepgirên Kurd û Tirk pifî aqilê hev dikirin, herçî derdorên siyasî –û wêjeyî– yên Roma Reş bûn, tenê di warê sosyalîzmê de dilê wan li helbest û helwêsta Cegerxwînî spî dibû, Seyda, wekî dibêjin, dilê wan bi savarê xweş kiribû, ew Cegerxwîn bû ku bi tu tehrî dargopalê xwe danenîbû, Kurd bû û daw û doza yekîtîya Kurdan dikir, belkî zêdetirî ji vê. Bixwe gotiye: “Cara yekem e têm girtin. Cara yekem e dibim hevalê komunîstan û cara yekem e dubendî ketiye navbera min û malmezinan... Hê ji nû ve min xwe da xuyakirin û rêça xwe da guhertin. Çûme ser oleke din û kevneperestî bi şûn xwe ve hişt û gavên xurt û hêja ji bo welatparêzî û aştîxwazî û gerdenazadîyê bi pêş de avêtin.”

Li bihuştê (ango li Bêrûdê), li çayxaneyeke li qeraxa avê, du evîndar him çaya xwe vedixwin û him jî ji xwe re –helbet ji xwe re çi ku ev gotin tenê di Kurdî de heye û weke hemû gotinên ku ihtîmala şaştêgihîştinê bidin der, alegorîk e û alegorî, wekî ku Paul de Mann jî dibêje, bi fîgûran saz dibe û di esasê xwe de metafor in– li deryayê temaşe dikin. Rewşaavê gelekî bi wan xweş tê, ji her tiştî bêhtir, du mirovên ji elektrîkê çêkirî, dêhn û bala wan dikişîne, yên ku di qiraxa avê de bi şûr û mertalan tên hev. Gulperî ji Cîmî dipirse;

– Heval tu nizanî ev çi ne?

Cîm, bersivê

didiyê;

– Ji elektrîkê çêkirine, lê ez jî nizanim ka ew çawa çêkirine.

Peyker in qey, gengaz e ku fena wan peykerên mekanîk yên di lûnaparqan de bin. Ne bi hindê peykera ‘Alî û Nîno’ya peykersaza Gurcî Tamar Kvesitadzeyê çêkirî romantîk be jî (Alî û Nînoya Kvesitadzeyê ya heft mîtro, ya ku qala ciwanekî Azirbêcanî dike, ku dil daye dotmîreke Gurcî, lê ji telebext re, di şerê weteniyê de jiyana xwe ji dest daye û bi miraza xwe şad nebûne. Peyker, evîna Romeo û Jûlîetê dinimîne û gihîştina wan ji kompîturekê tê birêvebirin), bi temaşekirina wan re, daxwaza tiştekî din di dilê Jûlîeta me de peyda dibe. Di nav avê de xort û keçên rût û tazî jixwe re melevaniyê dikin. Kelek û hûrgemî diçin û tên. Bi gotina Cegerxwînî, ew jî kincên avê (mayo) li xwe dikin (di ser wan re hin kincên avê daleqandîne!) û çavên xwe li kelekvanekî digerînin. Hingê xortekî bi navê Torin tê nik wan, tîne dibêje;

– Ma hûn sazbendekî naxwazin, saz û naz li ser avê pir xweş in.

Divê bibêjim ku ji bo xwendina Cîm û Gulperiyê (heye ku ji bo hemû bend û nivîsên alegorîk), seretayeke rast, yan reçeteyeke berdest nîne, çi ku dibêje Mann, hemû vebêje jixwe algorîk in, dawîya dawîn, vedigerin ser tiştekî derî xwe. Mann vê xebt û koşê, bi ‘azara trajîk ya lengûîstîkê’ bi nav kiriye, xwendin çalakiyeke sermedî ye, naqede û ji bo çalakiyeke bêrade ye, her hewleke xwendinê, dê wateyine din li ser wateyên em wan fena heqîqeta vêbêjeyê dibînin, zêde bike.

Cîmê ku her diçe ber dasa xwe fireh dike, vê carê doza ‘dengbêjeke sazbend’ dike, hebe baş e, Torin di cî de diçe û bîstek bi şûn de bidengbêjeke ciwan re vedigere nik wan. “Gulçîn dengbêjeke ciwan û zana û bejin zirav û bilind, ne pir qelew, lê têrgoşt û laşnerm, tazî û çavbelek û gewr û lêvsor û diranzêr, porşeng û gulîbadayî, serê birûyan ber bi rûdêman de berjêr dibû, cotên memikan li ser sîngê wek du hêkên kewan bilind bûbûn.” Di vê beşê de gotinên ku derdikevin pêş ev in; “Gulê kenî û got; Qey ez benî li vir jî heye heval”, “…bonjûreke zirav û dirêj ji nav lêvên wê herikî û got”, “Em diçin, lê nizanin bi ku ve diçin”, “ma ji îşev xweştir çi heye?”, “Ax jîn çi xweş e, îşev pir xweş e!”, “Kurd li dana xwe poşman nabin. Tiştê ko me da venagerî heval”… Cîmê ku keyfa ser kelekê dike, fena ku ji nîşkê ve bi Rojhilatiya xwe hisiyabe, kirasekî teng yê sincparêziyeke dirû li xwe dike û rewşa Madam Gulçînê dinirxîne: “Lê dilê min pir pê dişewitî ku vê jinika ciwan û hêja ji bo pereyan xwe xistiye vî rengî. Ev hemû sûc û gunehê Ewrûpayê ye. Em welatê Rojhilata Nêzîk pir li paş mane.” Berî vê nirxandina seyr, gotinên sosre