Di demên cîyawaz de…
Merheba xwînerên delal,
Merheba xwînerên delal,
Dibe ku hûn jî lê rast hatibin û we jî xwendibe, hinek ji we ew bi çavê serîyan jî dîtibe, ku çendekî berê bi boneya Konferansa Merqeyê ya li Qesra Çiraxanê (Stenbol) li dar ketî, sûrprîza dawîn a...
Li gorî Sickertî, bersiva girîngîpêdayîna hunermendekî/ê, di vê pirsê de veşartî ye: “Gelo çi berhemên berbiçav ên ku îhtimala ku ji aliyê nifşên piştî xwe neyê dîtin ji holê rake, li dû xwe hiştine...
Wêje pariyekî jî bîr e ma ne? Ya ku di ger û geşta me ya di rêk û xaçerêkên nivîsaran de, xwe bi lêrasthatiniyên bêhnçikîn şanî me dide, helbet dolaba me rast bigere, bi gotineke din, bextê me lêxe.
Wekî ku tu pêwendiyeke hêvîbexş û berbiçav di navbera xebat û koşa mayîndekirina zanista rexneyî ya kurdî -ya di nav van dehsalan de başebaş geşbûyî - û çîroka (yan romana) kurdî ya modern de nîn be...
“Eger ez ji Xwedê netirsama, min dê ev gedeyê pîs bavêta ber kelemekê. Ji roja bûye, me rihetiya xwe nedît. Niha jî mimkun e bi vî giriyê han me têxe nava destê dijmin.”

Kêş û vekêşên siyasetê
“A soxîn edebiyat, ji xeratiyê wêdetir çu nîne. Di herduyan de jî hûn bi kerseyeke sext a fena heqîqetê dixebitin.”

Bi demekê Weşanên Kavramê rêzepirtûkên giregirên helbesta cîhanê çap kiribûn.
Adaptasyona Geziyê
Ji bilî ragihandina rewş û agahiyan, bi min name –xasma jî yên hûbê û yên ku bi tu rê û rêzikan ve negirêdayî– parîyekî jî vebêjeya gilî û gazincan e ya ku hema di henga hinartinê de dil û hinav jî...
Di hevpeyvîneke Der Spiegelê de ya di sala 1969'an de bi Adornoyî re kirî, guftûgoyeke baldar derbas dibe: “Birêz profesor, wer dizanim ku duhîli dinyayê îş têl bû.
Kafka di rojnivîska xwe de nivîsiye ku jiyan, wekî xewnekê ye.
Çîrokeke balkêş e, di dawiya sala 1992’yan de BBC'yê gava dest pê dike Rêzegotarên Reithê radigehîne cîhanê, xebatkarên dezgehê seba ku pêşkêşiya bernameya gotûbêjan ji rewşenbîrê filistînî yê navdar...
Ez nizanim bê ajandayeke nepenî ya Tîmûr Çelîk heye yan na, ya ku pêvejoya wî ya ji qewlê wî ve “boyaxkirinê” hildide nav xwe, lewre çi gava ez li hesabên wî yên medyaya civakî bihinêrim, çi gava ez...

Baş e, em ferz bikin ku Cegerxwîn di ‘Cîm û Gulperî’yê de, bi gotina Baxtînî pîşekariyeke taybet nekiriye; ne di asta zimên de –ya ku niha em di nav de xenî bûne– û ne jî di tevnê de –ya ku niha bûye...

Min herî dawî gotibû ‘Cegerxwîn êdî komunîstekî nestêleye lew’ û derheqa komunîstiya wî de gelek bend û nivîs hatine nivîsandin, her weha bi tenê li ser vê ranêzîkbûna wî ya mêjûyî, di saxiya wî de...
Xwedê kesî bêwêne nehêle! Qesda min dîtbarî ye helbet, heke te hiş û bîreke di heman demê de bi dîtbariyê xemilandî –vêga min têderêxist ku xemlandin li vê hevoka ku min dixwest ez bi awayekî din û...

ez ê li wir jî binivîsim
Di salên 60’î de jî ji ber ku peyvên wek “Kurd” û “Kurdistan” qedexe bûn, li şûna Kurd peyva “Dogulu” ango Rojhilatî û li şûna “Kurdistan” ê jî peyva Dogu ango Rojhilat bi kar dianîn.

Çendek berê, di rojnameya Milliyetê de nûçeyek derbarî belgefîlmekê de derçû ya ku Koça Suryanîyan kat dikir.