Jean-Paul Sartre û Osman Sebrî

“Eger ez ji Xwedê netirsama, min dê ev gedeyê pîs bavêta ber kelemekê. Ji roja bûye, me rihetiya xwe nedît. Niha jî mimkun e bi vî giriyê han me têxe nava destê dijmin.”

1 deqe xwendin

“Eger ez ji Xwedê netirsama, min dê ev gedeyê pîs bavêta ber kelemekê. Ji roja bûye, me rihetiya xwe nedît. Niha jî mimkun e bi vî giriyê han me têxe nava destê dijmin.”

Bîranînên Min, Osman Sebrî

Gelo we Sözcükler’a1 Jean-Paul Sartre(helbet ya bi wergera Bertan Onaranî) xwendiye? Ku heya roja îro we nexwendibe, heye ku piştî vê nivîsê û piştî Bîranînên Osman Sebrî dest bavêjinê û bixwînin, hêviya min ev e. Jixwe we xwendibe jî, piştî vê nivîsê û piştî Bîranînên Osman Sebrî 2, ku di gelek mijaran de tiştên gelek girîng rêyî me daye -û hîn jî dide-, hûn dê hewl bidin û bixwazin wekî seqaya edebiyatê bêhtir henasebar be, çawa bit edebiyat, qadeke bêhngirtinê ye û dijejehr, ango antîtoksîk e.

Biqasî ku em pê dizanin -û dinya û alem jî pê dizane-, Sartreyê fransî û Osman Sebrîyê kurdistanî bi tu awayî leqayî hev nehatine, ne di saxîya xwe de ne jî piştî mirinê! Ne li bajarekî Fransayê û ne jî li gundekî Kurdistanê! Ne Sartre qala Osman Sebrî kiriye ne jî Osman Sebrî qala wî û berhemdariya wî! Sartre di 21’ê Pûşpera sala 1905’an de li Parîsê ji dayika xwe bûye, ango bi Apê Sebrî re di heman salê de hatiye dinê û di 15’ê Adara 1980’an de jî li Parîsê koça xwe ya dawîn kiriye. Osman Sebrî, di sala 1993’yan de çûye ser dilovaniya xwe, wekî ku bixwe jî dibêje, di navbera salên 1926-1972’yan de hejdeh caran3 ketiye zindanê, sê caran nefî bûye û salên mayî jî di bin çavdêriya polîsan de jîyaye. Yek bûye pêşewa û nûnerê ramyarî û wêjeyî ya bîr û boçûna hebûnîtiyê(existentialism) û di Şerê Duwemîn ê Cîhanê de ji aliyê almanan ve dîl hatiye girtin, yê din bûye pêşewa û nûnerê têkoşerî û gelparêziyê (nabêje welatparêzî) û bi dû bidarvekirina herdu apên xwe (Şûkrî û Nûrî), xwe avêtiye nav deryaya sîyasetê, bê ku tiştekî jê zanibe an bîrjê bibe. Herdu jî serxwebûnxwaz in û ji azadiyê (û azadbûnê) hez dikin. Sartre Xelata Nobelê nepejirandiye û bi şûn de vegerandiye, Osman Sebrî sitemkarî û zorbaziya tirkan nepejirandiye û Xelata Eşîrtiyê bi şûn de vegerandiye ku ez ê qala