Rewşenbîrekî mixrikî xwe bûyî: Edward W. Said
Çîrokeke balkêş e, di dawiya sala 1992’yan de BBC'yê gava dest pê dike Rêzegotarên Reithê radigehîne cîhanê, xebatkarên dezgehê seba ku pêşkêşiya bernameya gotûbêjan ji rewşenbîrê filistînî yê navdar...
Çîrokeke balkêş e, di dawiya sala 1992’yan de BBC'yê gava dest pê dike Rêzegotarên Reithê radigehîne cîhanê, xebatkarên dezgehê seba ku pêşkêşiya bernameya gotûbêjan ji rewşenbîrê filistînî yê navdar Edward W. Saidî hatiye xwestin, tek tûk be jî tûşî rexneyan dibin. Gilîgazinên ku ji qismekî rewşenbîrên brîtanî bilind dibin, ew in ku Edward W. Said, di şerê serxwebûna filistîniyan de yekî çalak e û nabe ku di platformeke lap î cidî û girambar de cî bigire û li ser pirsgirêkên herêmê, cîhanê û barûdoxê bipeyive. Lêbelê çîroka balkêştir jî ew e ku Edward W. Said, di van rêzegotarên ku di BBC’yê de hatine pêşkêşkirin de, ên ku dû re li jêr navê Representations of The lntellectual, The 1993 Reith Lectures[1] bi edîtoriya Shelley Wagner a ji Weşanxaneya Pantheonê çap dibe, bîr û boçûnên xwe yên derbareyî kîbûn û çibûna rewşenbîr û rol û rawesta wê/wî ya li cîhanê, ji erebheziyê û totalîteriyê re dike gorî, ên ku di astademargiriyekê de, di gotara wî ya di London Review Of Books de hatiye weşandin (Edward Saidê Ereb û Amerîkayî, di pêşrojên berhevdanên aştiyê yên Iraq û Sovyetê de nivîsand) derdikevin mexderê, ango di adara 1991’an de.
Gava min dest bi vê nivîsê kir, peyva ‘aştiyê’ nehat bîra min, nehat bîra min bê di kurmanciya gewr de me jê re çi digot! Halbûkî gelek peyvên jibirkirî, yên kêmnas, lazim, nelazim, roj pê ve dihatin bîra min û hinek jî bûbûn pizika ser lêvê. Ya rast, bihata hişê min jî, min nedizanî bê ez ê wê peyvê li ku bi kar bînim, di nivîsekê de ya ku hewil dida kêm û zêde li ser rewşenbîriyeke mixrikî hev bûyî ra biweste. Ma ne Edward W. Said bû yê ku digot; “Peywireke rewşenbîran jî ew e ku, klîşe û kategoriyên ku bîr û boçûnên mirovan û pêwendiyên navmirovan xistine bin nîrê xwe daşikînin.” Çi ku wî bawer dikir ku çand –ji Rojava heya bi Rojhilatê– bi destekariya niştergeriyê ji hevûdin nayên (divê neyên) veqetandin, ewqas ku kakil û dîroka wan têkelî êkûdin bûne û çandeke pireh –di wateya melezê de– a pêgirî ava kirine.
Welew ku wisan e, welew ku çanda kurdan, bi dirêjahiya mêjûya nifirlêbûyî tevlî çanda ereban, farisan û tirkan bûye (yan jî a van dewletên mêtinger tevlî çanda me bûye) û em ji heman kaniya çanda pireh, a ku bi niştera bîrdoziyê –ji qewlê Edward W. Saidî- hîn nehatiye jêkirin vedixwin. De baş e, çima em bi jehrî ketin!? Hem jî bi firta ewil re!? Çima zeviyên me, bax û bistanên me bi şewb û nexweşiyên curbecur hîç û pûç bûn? Bîhna sêvan fûriya ji dîrokê, jê û bi şûn de jî me xwe nedît! Halbûkî Edward W. Said gotibû; “Bi min rewşenbîr, biqasî ku ji destê wan bê, divê dengê xwe bigihîne girseyên gel û wan kêm nebîne, çi ku gel, muxetebê wî yê xwezayî ye.”, heye ku em şaş bûn (weke gelek caran), heye ku Edward W. Said, qala kul û derdên gelan nedikir û nedigot rewşenbîr raserî partiyan e, raserî bîrdoziyê ye û niştergeriyê nake. Radeya rastiya êşê çi ye gelo ji bo rewşenbîrekî fena Edward W. Said? Çi bûyan jî? Çi ku ew jî, weke Tariq Elî û Hemîd Dabaşî, pirsgirêka mêtingeriyê û têkoşîna kurdan, fena dek û dolabên Sîyonîstan û fen û fûtên emperyalîzmê didît, ji dêvla ku piştgiriyê bide doza kurdan (qet nebe li bîr û boçûnên xwe xwedî derketa), rê û dirbên çareseriyeke jiberkirî rêyî me dida, a ku li gorî wî diviya di nav dewletên desthilatdar ên heyî de bête safîkirin. Loma di gotara xwe ya London Review Of Booksde,li dor peyva angaştê çerx bûbû, wekî çawan Iraq (û Sedam) hevwelatiyên xwe bi gazên kîmyewî kuştiye, ya rast, nediket bin kûmê wî yê ku her ku diçû bêhtir dişibiya ya Sedam, bi tevî ku kurd hingê xwe ji bo daw û doza filistîniyan jî dikirin gorî.“A soxîn wekî yekî temsîlkar a girîng rewşenbîr e; ya/yê ku vê yan wê bîrûboçûnê aşkera dike, bi tevî hemû keleman ya/yê ku vê temsîlê li ser navê gel dike, a ku wê ji xwe re wek muxeteb dîtiye.” Navberekê, Said, navê zilamê ciwan a Joycesî hildide, qala Stephen Dedalusê Ulysses


