Jûra xebatê

“A soxîn edebiyat, ji xeratiyê wêdetir çu nîne. Di herduyan de jî hûn bi kerseyeke sext a fena heqîqetê dixebitin.”

1 deqe xwendin

“A soxîn edebiyat, ji xeratiyê wêdetir çu nîne. Di herduyan de jî hûn bi kerseyeke sext a fena heqîqetê dixebitin.”

(G. G. Marquez)

Heqîqeta min jî ev bû: Ji bo ku dewletê di Kaşxaneya Hikûmetê çi jûr û mûr nedabû bavê ji min î karmend re, ew jî rabûbû jûra xwe ya xebatê di xaniyê me yê bi kirê de danîbû ku em xwişk û bira giş di jûrekê de dijiyan, lê ew jûr, ew jûra bi raz û surr –û rûtirş– ku ji xeynî min kesî turuş nedikir (ya rast hingê ez bi van mitaleyan ranêzîkî vê yekê dibûm, lê paşê min têderêxist wekî ne ji ber newêrekiyê ye, nexêr, ne dayik, ne kekê min, ne xwişka min û ne biçûkê malê û ne jî pisîka me poz bi wê jûrê nedikirin loma) ku têkeviyê û ez bi saetan li kel û pelên li ser maseya formîka, yên bi pûtepêdanî hatibûn bi cî kirin, hûr û kûr dibûm û min ew, wekî ku dest bidim tiştine efsûndar, bi hejmekarî dipelandin û diponijîm û hey diponijîm, dîsan jî em hevreşî hev nedibûn, ebeden! Di henga bi rêkûpêkkirina wê jûrê de jî ez li nik bavê xwe bûm, ku bavê min pel ûpotên xwe yên ku dewletê dabûnê, di nerma xwe de li ser wê maseyê (mezintirîn mobîlyaya di malê de bes ew mase bû) yeko yeko bi keys dikir; cedwela 30 cm, pênûsdank, zimbe, kulker, sûmena reş a jihevketî, xameyên cûrbecûr û rengorengo, pênûstraşên fermî, jêbirên fermî, hibrên fermî, kaxezên fermî, çi yên spî çi yên bi zerî ve…tiştên ku diviya bi tu teherî nehatana dêriskirin, bi tu teherî! Axir, şîret li dayika me dikir beriya terka me bide bi xulekan;”Çavên te li ser zarokên te bin!” Çîk û çirûsk jê diçûn gava lê dida û diçû em bi tena dayikê dihiştin. Dengê wî di guhên min de olan dida, ew di oxira xwe de diçû, ez jî bi lezebez diçûm diketim jûra wî ya bi raz û surr ku ji wê kêlîkê bi şûn de dibû a min. Dayika min bi pilepil li pey min diket jûrê,”Kurê min nebî tu destê xwe bidî tiştik û miştikên bavê xwe!” Tiştik û miştik, tiliya xwe ya eşhedê li ba dikir, erê, erê, min digotê, ez ê destê xwe nedim tiştik û miştikên bavoyî!

Ev pergala nû, awayeke ji awayan rûpişta fermiyetê jî ji ser wan tiştik û miştikan radikir, lewre jûra ku ez lê mezin dibûm û min nivîskar û helbestkarên xwe yên wekî Lermontov, Rilke, Mayakovski, Andre Gide, Yevtuşenko, Knut Hamsun, Sontag û Celanî jî mezin dikirin, ne di Kaşxaneya Hikûmetê de bû, her çendî ku nîşaneyên dewletê (wek DMO’yê) li cîyekî yan du cîyên wan kel û pelan hebûya jî, ne yên wê dewletê bûn. Pirtûkên ku min bi tevî wê xizaniyê dikirîn, dem û dest (pirê caran jî teletel) dixwendin û datînan ser wê maseya rû-formîka, di navbera cîhana min -cîhaneke min hebû!- û dewletê de dîwareke neban çêkiribû ku ji xeynî min kesî ew nedidît. Dewletê, bi tevî leşker û nokerên xwe, li tengala xênî bû, wîlewîla bêtêlan kizînî li kezeba min dixist, min tiştin dixwendin an tiştin dinivîsandin, demekê bi şûn de şebengên îşkenceyê dihatin ber çavên min û pê re pê re dengê melkemotan citî kaxezên li ser maseyê dibû. Her cara ku min keys lê dianî, peyvek, belkî jî ji peyvekê dirêjtir, min bi tilînivîska ku hevalekî min diyarîyî min kiribû, linivîsa xwe zêde dikir; tiq û tiq û tiq û tiq! Helbesteke Saint-John Perseyî (Ji Bo Pîrozkirina Zaroktiyekê) bûbû pirzika ser zimanê min ya ku digot;”…ez qala rewşeke derasayî dikim ya wê demê, li nîveka cil û bergan, ya ku di desthilatiya wê de şewq vedide…” Bi sikûmekî bêrûçik min lambe veditemirand û min di dilê xwe de bi gazindokî digot;”Lê çima nahêlin ez bixwînim!? Çima nahêlin ez binivîsînim!?” Çi ku berê şibakeya jûrê ne li dîmenine dilveker bûn, ez ne li Londonê bûm, ne di avahiyeke Georgian de bûm, di jûra min de totem û niviştên ku mêjû û mentiqa tişta ku min dabû pê, bi min bidin peyitandin, nîn bûn ne jî qertpostaleke Proustî ku nivistgehawî rêyî me dida. Li dîwarên jûrê, posterên Braque û Saul Steinbergî yên modernîst jî tune bûn, nexêr! Nivîskarî na, lê gelek tiştên ku bi jûranivîskariyê ve girêdayî bûn, ango hûr û mûrên ku xebtûkoşê rengîntir û cîhanê jî berfirehtir dikirin, bi para me neketibû. Em, ne nivîskarên berra bûn, em ne nivîskarên berra ne jî! Wekî ku Kierkega