Hebû, tune bû
Li gorî Sickertî, bersiva girîngîpêdayîna hunermendekî/ê, di vê pirsê de veşartî ye: “Gelo çi berhemên berbiçav ên ku îhtimala ku ji aliyê nifşên piştî xwe neyê dîtin ji holê rake, li dû xwe hiştine...
Li gorî Sickertî, bersiva girîngîpêdayîna hunermendekî/ê, di vê pirsê de veşartî ye: “Gelo çi berhemên berbiçav ên ku îhtimala ku ji aliyê nifşên piştî xwe neyê dîtin ji holê rake, li dû xwe hiştine yan na?” Îro ro, aktorên wê yên li cîhanê belavbûyî, xwe wekî hunermendekî/e kurd ê/a hevçax nebînin û tew bilêv nekin jî –ku ev pirseke sereke ye–, hunereke hevçax –ya ku kirasekî tenik ê kurdayetiyê li xwe kiriye– heye û her ku diçe, bertekiya xwe ya dijberya xweserî xwe winda dike û ji hunera hevçax a tirkan, ji berê bêhtir rol didize. Gengaz e wekî haya we ji vê meseleyê tune be, bi dehan salan e ku hunermendên ‘kurd’ tevlî pêşangehên navneteweyî, tevlî bîenalan, trîanelan û fûaran dibin. Çi li vir û çi li derveyî vir, bi sernavine seyr –bêguman dûreşer–pêşangehên xwe yên takekesî yên White Cube, li dar dixin û berhemên wan, tevlî koleksiyonan (çi yên taybet, çi yên muzeyan) dibe. Hûn dê texmîn bikin, wekî di van qonaxên hunerê de, hunermendên kurd, bi tenê di henga afirandinê de kurd in! Lewre, kêşeya xwemalî û nimînendetiyê, di qonaxên din ên vê şêwehilberînê de awayekî ji awayan, nayê dîtin an jî bi taswasa ku berhem an jî pêşengeh, bi etîketa ‘kurd’ bête dexmekirin, gelek caran bi destê hunermendî/ê bixwe tê kuştin. Çi ku li Tirkiyeyê ti koleksîyoner –her weha ti muze–, ew berhem çendî serkeftî û çendî xweserî xwe be jî, dê nexwaze tiştekî xwerû kurd tevlî koleksîyona xwe bike, tew tevlî pêşangehekê jî!
Lêbelê em dizanin wekî her pêşengeh, her fûar, her nûçeyek an jî nivîseke rexneyî yên di kovarên hunerî de derdiçin, bi armanca ku bêhtir vexwendiyan bikişînin, hunermend bêhtir bê axaftin û gelek kesên din jî tevlî vê fûryayê bibin, tên lidarxistin. Dibe ku hûn kurd bin, di vir de ti pirsgirêk nîne (helbet li gorî hin deman), belam jiyîna bi berhemeke xwerû kurd re, fena jiyîna bi bombeyeke bêteşe ya li ber teqînê tê dîtin. Ji destpêka salên 90’an heya roja îro, min ti koleksîyoner yan galerîstekî/e tirk nedîtiye wekî ji bo hunermendê/a wî/wê bêhtir bibe kurd,wî/wê pîj bike, her weha min ti hunermendekî/e hevçax ê/a tirk nedîtiye ku hunermendên kurd wekî kurdekî/ê bipejirînin.
Kêliyeke muhteşem!
Baş e, tiştê ku hatibû piştperdekirin çi bû? Pêşengehdanêra navdar Carolyn Christov-Bakargiev, di hevpeyvîneke xwe de (2014, User’s Manual) hetika me biribû; anîbû gotibû ku; “Heke Rene Block bîenala navneteweyî îcad kiribe, Rosa Martinez jî vê bîenala paralel a navneteweyî û cîgeyî ya Tirkiyeyeke ku daw û doza tevlîbûna Civata Aborî Ya Ewropayê dikir, ava kir. Ji ber ku li welêt pirjimarî hebû, bîenal jî ne otorîter bû, ne bi tenê tirk, di heman qatê de jî kurd bû. Ji bo hunermendên kurd, ev kêliyeke muhteşem bû, lewre tirkîyeyê dixwest bibe endamê Civata Aborî Ya Ewropayê. Dixwestin pirjimariyê, pirçandiyê, pirrengiyê û demokrasiyê şanî wan bidin. Yên ku piştgirî didan bîenalê her Kemalîst–û sekuler– bûn ku îro jî, heman der û dor e ya ku piştgiriyê dide hunermendên kurd ên diyarbekirî.” Jixwe bi dû vê pêvajoyê, hunermendênkurd li hemberî xwesansûrê jî demîna xwe girtin û tiştên ku di ber berhemên xwe yên navend kurd re digotin jî, gelek bi hêsanî hatin paşguhkirin. Piştî demekê kavilên Diyarbekirê, piçik û pariyên jiyana kurdan, çîrok û metelokên wan ên bijan, kurt û kurmancî mêjûya wan î req û rût, bi hişsivikiyeke ku ji me re gelek asayî dihat –û tê–, bûn sermijarên vê hunerê. Wekî ku civaknasê fransî Pierre Bourdieu jî digot, sermiyana çandî, fena amûreke pêkutiyê, zordestiyê kar kir. Kurd, ji bo kil û kêmasiyên xwe şanî efendiyên xwe yên sermiyana çandî bikin, bibin pêkenînoka der û dorên hunerî, li ser mêjûya xwe bi xwînsariyeke metelhêl xebitîn. Naxêr, ez ê nebêjim wekî kurdbûyîn bûye mode, ku bi demekê, di der û dorên hunerî yên li Stenbolê de bîr û baweriyeke bi vî rengî jî hebû. Bi demê re, gelş û teşqeleyên nîgaşî û niqaşî (kêşeya navend û hawirê) yên bi Stenbolê re jî bi dawî hatin û pê re pê re, rê li ber hunermendên gewrîqul ên stenbolî yên ku Kurdistanê, fena welatekî ku bi tenê tawanên n


