Ciwanîka ji bo Rojava meşiya
Li bajaroka Ciwanîka ji bo piştgiriya rojavayê Kurdistanê meşek girseyî hat lidarxistin.

Li bajaroka Ciwanîka ya navçeya Hewêlê ya bi ser Sêrtê ve ji bo piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê meş hat lidarxistin. Ji bo beşdariya meşê bi sedan kes li ber Nûnertiya DEM Partiyê ya bajarokê hatin cem hev. Girseya pankarta, “Xwedî derketina Rojava, xwedî derketina mirovahiyê ye. Rojava wijdan, azadî berxwedan e. Teslîm nayê girtin” vekir, ber bi Qada Şêx Îbrahîm ve dest bi meşê kir. Di dema meşê de sloganên, “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e”, “Rojava rûmeta me ye”, “Kujer Golanî” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
Piştî meşê parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş bangî girseyê kir û balkişand ser êrişên li dijî rojavayê Kurdistanê. Saritaş bi bîr xist ku bi salan e HSD li dijî hişmendiya DAIŞê têdikoşe û wiha axivî: “Tirkiye û dewletên hegemonîk naxwazin li Rojhilata Navîn aştî mayînde bibe. Ji ber ku modela li Rojava ketî meriyetê hemû cudahiyan dihewîne. Nasnameya jin, zarok û xweza nas dike. Sedema êrişên li dijî Rojava ev e.” Saritaş anî ziman ku dê ji bo parastina Rojava û paradîgmaya li Rojava ketiye jiyanê biparêzin.
Daxuyanî bi slogan û çepikan bi dawî bû.


