CPT: Îranê 307 caran başur bombe kir
Rêxistina CPT-Emerîka ragihand ku komên çekdar ên Îranê ji 28ê Sibatê ve 307 caran êrîşî Herêma Federe ya Kurdistanê kiriye. Di êrîşan de 8 kes hatine kuştin û 51 jî birîndar bûn.

Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT), der barê êrîşên Îranê yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê û Iraqê daxuyaniyek da. Rêxistina CPT-Emerîka ragihand ku ji 28ê Sibatê heta niha artêşa Pasdaran û komên çekdar yên ser bi Îranê ve 307 caran êrîşî Herêma Kurdistanê kirine. CPTê diyar kir ku ji 7ê Adarê heta 15ê Adarê 111 êrîş û bombebaran pêk hatine. Ji vana 81 êrîş li ser Hewlêr, 38 êrîşî li Silêmaniyê pêk hatine. Li gorî hefteya yekem a êrîşan vê hefteyê rêjeya êrîşan daket ji sedî 43.5an.
Li gorî CPT’ê di êrîşên vê hefteyê de 36 kes bûne qurbanî ku 4 ji vana jiyana xwe ii dest dane; 32 jî birîndar bûne. Hefteya yekem ya êrîşan 23 kes bûbûn qurbanî û ji wê 4 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 19 jî birîndar bûbûn. Li gorî vê di vê hefteyê de rêjeya qurbaniyan gihiştibû ji sedî 56.5an.


