DAIŞa hefsarkirî bi dilê serdestan e
Di salên piştî 2011an de gava DAIŞ ji bo tundî û dijwariya xwe bide der û tirsekê li ser cîhanê çêke dest bi serjêkirinên curbicur kir, serê xencerê gihîşt welatên ewropî û Amerîka û bi vê sedemê ferq kirin, ku benê cinawirê afirandine ji destê wan derdikeve.

Di kesayeta Colanî de DYA, Îsraîl, Ewropa û dewletên din ên serdest hefsar xistin stûyê DAIŞê û êdî wê vê rêxistiniya terorîst li gor berjewendiyên xwe bi kar bînin. Ji bo karibin wê bi dilê xwe bi kar bînin jî, ji mirovekî dev û destbixwîn re îtîbarê çêdikin. Destpêkê ew vexwendin Qesra Spî ya li Amerîkayê, Trump parfum bi ser de rijand û ew ji gunehên wî qaşo şûşt, bi awayekî waftîz kir. Piştre rêvebirên YEyê hatin serdana wî û ew tewaf kirin. Niha jî Almanya wî vedixwîne û wê xaliya sor li bin lingê wî raxîne, ku wî pîroz bike. Durûtiya dewletên serdest li hember gelên bindest di kesayeta bûyera Colanî de dîsa xwe dide der.
Dewletên serdest destpêkê rê dan ber xurtbûn û derketina rêxistina DAIŞê û wek qedayeke reş şandin ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê. Serokê DAIŞê Ebû Bekir El-Bexdadî di sala 2004an de li kampa Bucca, li Umm Qesra li başûrê Basrayê bû. Li wir di bin çavdêrî û perwerdeya leşkerên amerîkî de bû. Çawa ji wir hat berdan amadekariyên xwe kir û ji her aliyên dewletên ewropî bi hezaran endamên xwe di ser Tirkiyeyê re derbasî Rojhilata Navîn kir. Gava dem gihîşt sala 2010an êdî ji şerekî li hember kurdan re amade bû, xîlafeta xwe ya bi navê Iraq û Şamê beyan kir û êrişî ser erdên kurdan kir. Ji vê yekê jî diyar e, ku ta ji serî ve rêxistiniya terorîst a bi navê DAIŞ li hember gelê kurd hatibû damezirandin û niha di roja me de bi xiyaneta dewletên serdest a li hember kurdan li ser gelê me yê li Helebê hat kirin, cardin îspat dibe ku DAIŞ li hember hebûn û destkeftiyên kurdan hatiye damezirandin û kişdan.
Di salên piştî 2011an de gava DAIŞ ji bo tundî û dijwariya xwe bide der û tirsekê li ser cîhanê çêke dest bi serjêkirinên curbicur kir, serê xencerê gihîşt welatên ewropî û Amerîka û bi vê sedemê ferq kirin, ku benê cinawirê afirandine ji destê wan derdikeve. Rabûn li hember vê Koalisyona Navdewletî damezirandin û hêza kurdan wek mertal bi kar anîn, li şûna leşkerên wan di şerê li hember DAIŞê de werin kuştin, keç û xortên kurdan xwe kirin bend û bi dehhezaran ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dan. Dawî DAIŞ bi vîna kurdan hat têkbirin, serekên wan xistin zindanên îro jî di bin parastina hêzên kurdan de ne û çeqel çiqûlên din jî li der ve man, ku bi piranî ketin bin parastina dewleta tirk. Colanî jî kesek ji van bû, ku bi têkiliyên xwe yên bi DAIŞê re di sala 2011an de eniya Nûsra ava kir, li Idlibê xwe xurt kir, ku ew der di bin parastina leşkerên dewleta tirk de bû û di salên 2016an de jî navê rêxistiniya xwe wek Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) guhert. Di nav vê rêxistiniyê de piştî têkçûna DAIŞê gelek endamên ji DAIŞê veqetiyane jî cih girtine. Di warê îdeolojî, armanc û bîr û baweriyê de Colanî û El Bexdadî ne dûrî hev in û armanca wan dewleteke îslamî, sunî ya ereb li ser gelên herêmê ferz bikin û vê yekê bi rêya zagonên şerîetê bi rê ve bibin.
Bi taybetî di van salên dawî de Amerîka ev rêxistinên terorîst bi hefsar kir û ji wan Colanî ji bo birêvebirina Sûriyeyê amade kir û di hundirê hefteyekê de anî li şûna Beşar Esad danî. Colaniyê bêhefsar 10 milyon dolar danîbûn serê wî, gava hefsar xistin stûyê wî, vexwendin Amerîkayê û niha jî vedixwînin Almanyayê. Lê baş tê zanîn ku di bin fermandarî û rêvebiriya Colanî de destpêkê li ser gelê elewî, piştre li ser ê durzî û herî dawî jî li ser gelê kurd qirkirinên pir xerab hatin kirin. Tişta hema piştî sersala 2026an li Helebê rû da, ji serî heta dawî sûcê şer e û divê Colanî bi van kiryarên xwe li Dadgeha Mafên Mirovan were darezandin û mehkûmkirin. Lê li şûna wê dewleta Almanya bi vexwendina Colanî, destûr û ruhsata qirkirinên nû dide destê wî. Almanya bi vê vexwendinê ji Colanî re ya roja 19ê çile dibêje, “Rêya te rast e, ez bi te re me, dewam bike“, yanî dixwaze bibêje, “Te elewî, durzî û kurd qir kirin, tu her hebî’’. Bi vê vexwendinê hikûmeta alman xwe dike şirîkê sûcên Colanî û bi wî re dikeve hundirê heman kefenî. Hemû gelên li Almanyayê dijîn, di serî de alman, kurd, durzî, ereb, êzidî, elewî, ermen tev divê bi rabûn, bertek û çalakiyên xwe hikûmeta alman ji vê gava avêtiye poşman bikin. Divê hikûmeta alman ji van gelan lêborîna xwe bixwaze, li şûna xaliya sor li bin lingên qatilê gelan raxîne, divê wî desteser bike û radestî Dadgeha Mafên Mirovan a Sûcên Şer bike.
Dewleta tirk di vê pêvajoyê de bi xayinê kurdan Hakan Fîdan re karê dîplomatîk girt ser xwe. Çi ji bo hikûmeta Colanî bi ser bikeve, çi ji bo li Îranê rejîma îslamî têk neçe, ji sibehê heta êvarê welat bi welat digere, tawîzan dide her welatî, tenê bila kurd nebin xwediyê destkeftiyekê. Nîvê axa Sûriyeyê radestî Îsraîlê kirin û li hember qirkirina kurdan ew jî bêdeng kirin. Ji bo Amerîka li Îranê nede roja 14ê çileyê bi lez û bez çû Abû Dabiyê û di wê saetê de tê gotin ku wezîrê derve yê Îsraîlê jî hatiye Abû Dabiyê. Piştî vê hevdîtinê, Trump gotina xwe daqurtand û êdî nema qala lêdana rejîma Îranê kir. Ka bê tirkan li wê derê çi tawîz dan Îsraîlê ew ê jî di demeke nêz de derkeve holê. Hemû hewldanên Hakan Fîdan ên bi navê dewleta tirk tenê ji bo kurd nebin xwediyê tiştekî; ji bo wê nîvê Sûriyeyê didin Îsraîlê, rejîma Îranê li ser lingan dimîne, teroristên DAIŞê li Sûriyeyê dibin şiyandar, gelên elewî, durzî tên qirkirin, Îsraîl dikeve Xezayê… çi dibe ne xem e, bes bila kurd nebin xwediyê tiştekî. Polîtîka, dîplomasî û siyaseta dewleta tirk tev li ser vî bingehî ye.
Êrişa li Helebê jî ji aliyê Hakan Fîdan û dewleta tirk ve hat birêxistinkirin, ji Colanî re gotin, “Ber xwe paqij bike, em bi te re ne.’’ Colanî jixwe ji berê ve dixwest tola DAIŞiyan ji kurdan hilîne, lê hêza wî têrî vê yekê nedikir, lê gava dewleta tirk, Amerîka, Ewropa û Îsraîl da razîkirin û ji Colanî re meydan vekir, êdî çeteyên Colanî û bermayiyên DAIŞê wêriyan bi ser kurdan de biçin. Dibêjin, “Du dewletan li hember du taxên kurdan şer kir”. Rastî ne wisa ye; ên fizîkî şer kirin du dewlet bûn, lê yên piştgiriya wan kirin giştiya NATO û Amerîka bûn, Îsraîl û Tirkiyê bûn. Gava dewletên ewropî, Îsraîl, Amerîka bi vê êrişê ne razî bûna, dronên tirk li jorê nikarîbûn piştgiriya çeteyên Colanî bikirana û îro jî li derdora bendava Tişrînê wê nikarîbana êrişên xwe li ser kurdan bidomandina û gef li kurdan bixwarina.
Tişta li ser çapemeniyê tê belavkirin ku dibêjin Îsraîlê xwestiye ji kurdan re dewletekê çêbike, lê kurdan nepejirandiye jî derew e. Kê ji kurdan pirs kiriye, bê kurd çi dixwazin? Dewletên serdar ên ji bo kurdan mafê jiyana azad jî rewa nabînin, otonomî, xweserî û federasyonê jî rewa nabînin, serbestbûna du taxên li Helebê rewa nabînin, wê rabin ji kurdan re dewletê çêbikin? Ev dereweke mezin e. Tenê ji bo hêrsa kurdan li hember xiyaneta bi kurdan dikin daxînin û kurdan berî hev bidin van derewan didin çapemeniyê. Ger ewqasî dilê we li ser kurdan e, fermo qada esmanî ya Rojava li firoke û dronên tirkan qedexe bikin, li hember qirkirina kurdan pişta Colanî negirin, terorîstê we milyon dolar dabû serê wî, we bi hefsar kir û niha dişînin ser kurdan û dixwazin destkeftiyên kurdan bi wî û çeteyên Tirkiyeyê têk bibin.
Gelê kurd êdî hişyar û zana ye û her dek û dolabên we dibîne. Kurd wê erdê xwe, destkeftiyên xwe, mafên xwe heta kurdek sax bimîne biparêzin û neyên xapandin. Kurd azadiya xwe dixwazin, jiyaneke ewle û rêzgirtina we dixwazin. Kurd dixwazin hûn bi terorîstên hefsarkirî re nebin yek. Vegerin ser rêya mirovbûn, dadwerî û mafparêziyê. Fermo bi darizandina Colanî ya ji qirkirinên li ser elewî, durzî û kurdan vê yekê li hember mirovahiya cîhanê nîşan bidin.


