Danişîna doza Narîn Guran hat taloqkirin

Têkildarî qetilkirina Narîn Guranê de bi îdiaya “parastina sûcdar” danişîna doza der heqê 15 kesan de hat lidarxistin.

1 deqe xwendin
Danişîna doza Narîn Guran hat taloqkirin

Li gundê Çûliyê yê Rezan a Amedê, cenazeyê Narîn Guran a ku di 21ê Tebaxa 2024an de winda bûbû, di 8ê Îlonê de hate dîtin. Der heqê mirina Narîn Guranê de bi îdiaya ‘parastina sûcdar’ der heqê 15 kesan de doz hate vekirin. Danişîna dozê li Dadgeha 17emîn a Cezayê Giştî ya Amedê hate lidarxistin. Danişîna ku hinek bersûc û parêzerên wan beşdar bûbûn de, destûr nedan ku nûnerê Komeleya Têkoşîna li dijî Îstîsmara Zarokan a Saadet Ogretmen (UCIM) tev li bibe. 

Danişîn taloqî 11ê Hezîranê bû.